Li Mexmûrê 3 kurtefîlm hatin nîşandan

  • 10:48 27 Hezîran 2020
  • Çand û Huner
MEXMÛR - Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Mexmûr û Navenda Çand û Hunera Mexmûrê ve li wargehê 3 kurtefîlmên SîneMexmûrê hatin nîşandan. Kurtefîlmên bi navê Lîstok, Xwe Zarok û Pêlava Sor hatin nîşandan. 
 
Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) û Navenda Çand û Hunera Mexmûrê (NÇHM), 3 kurtefilmên ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hatibûn amadekirin, li parka şehîd Zehra Penaber hatin nîşandan.
 
Derbarê hersê kurte fîlman de Endama SineMexmûr Avabûn Bîlen axivî û got: "Ez di destpêke de li ser navê ekîba SineMexmûr xêrhatina Mexmûriyan dikim. Dijmin bi hemû teknîka xwe bi awayekî hovane êrişî 4 parçeyên Kurdistanê diki û di heman demê de nexweşiya vîrûsa koronayê (covid-19) ku li tevahî cihanê belavbûyî, gel û zarok gelek bandor dibin. Me ji weka ekîba SineMexmûr xwest morala wargehê kêm be jî xweşbikin. Berhemên ku ji aliyê SineMexmûr ve hatî kişandin pêşkêşî gel dikin.”
 
Kurtefîlmên bi navê Lîstok, Xwe Zarok û Pêlava Sor ji aliyê ekîba SineMexmûr ve hat nivisandin û kişandin. Ji heft salî heta heftê salî eleqeyek mezin ji bo kurtefîlman hat nîşan dan. Her wiha hat diyar kirin ku dê ji niha û pêde li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji hêla NÇHM'ê û TCM ve bernameyên bi vî rengî bên lidarxistin û fîlm bên nîşandan.