'Parastina çandê mîna şoreşa hebûna nirx û nasnameya mirov e'

  • 09:16 23 Hezîran 2020
  • Çand û Huner
Roj Hozan
 
QAMIŞLO - Hizniya Osman a ku wekî Keça Kurd jî tê nasîn têkildarî çanda kevnar de da zanîn ku bi parastina çandê jiyan watedartir dibe û wiha got:"Di dema berê de mirovan bi keda destên xwe alav diafirandin û xwedî li ked û çanda xwe derdiketin. Bi kedê qîmeta jiyanê watedar dibe. Parastina çandê mîna şoreşa hebûna nirx û nasnameya mirov e."
 
Hizniya Osman a ku wekî Keça Kurd jî tê nasîn û ji Gundê Maşoqê yê Navçeya Tirbespiyê ye ji alavên kevnar ên ku bala mirov dikşîne koleksiyonek ava kiriye û çanda kevnar bi vê yekê di hişê mirovan de zindî dike. Hizniyayê têkildarî xwedîderketina çanda kevnar de anî ziman ku ew bûye şahidê dema gelek alavên kevnar û wiha got:"Berê ji ber ku teknolojî ewqas pêş neketibû keda destan bêtir derdiket pêş. Ji bo avakirina alavan mirovan gelek ked didan. Ji ber ku her diçe teknolojî pêş dikeve alavên berê jî bi navê xwe tên jibîrkirin. Ji bo ev yek pêk neyê divê em li çanda xwe, xwedî derkevin."
 
'Bi kedê qîmeta jiyanê watedar dibe'
 
Hizniyayê di destpêka axaftina xwe de li ser watedariya keda  ku bi alavên kevnar dihat dayin wiha dibêje: "Di demên berê de mirovan kedeke pîroz dida, ji ber tu alavên pêşketî nebûn. Mirovan bêtir bi keda destên xwe kar dikirin û ji xwe re alav diafirandin. Jixwe di wan deman de mirovan pir alîkarî didan hev û di gundekî de hemû mirov bi barê hev radibûn. Dema dibû demsala çandiniyê yan jî berhevkirina berhemên erdê, mirovan alavên cotkariyê didan hev, li hev kom dibûn û bi rihekî geş, bi hezkirin didan çêkirin. Jin û mêran bi hev re ked didan û xweşiya jiyana hevbeş jî ev yek bû. Bi kedê qîmeta jiyanê watedar dibe." 
 
'Parastina çandê mîna şoreşa hebûna nirx û nasnameya mirov e'
 
Hizniyayê bal kişand ser firaqên metbexa kurdî  yên ku berê mirovan tê de xwarina xwe çêdikir û wiha domand:  "Metbexa kurdî  bi xwarinên xwe dewlemend e û di aliyê çêkirina alavên xwarinê de jî hewildanek hebû. Di metbexa kurdî de kevçî, sifre, sênîk, kevgîr, çaydanê çayê, tasikên vexwarina avê hemû ji hesinê bafûnê dihatin çêkirin. Berê tama xwarinê di firaqên bafûn de pir xweş bû û malbat hemû li derdora sifrê kom dibûn. Ew ken, henek, civat û dilnizmiya me pir xweş bû. Piraniya malbatan hejmarên wan pir bûn. Ji bo wê firaqên  metbexa kurd mezin û fireh dihatin çêkirin. Lê niha di her malekê de ji du heya sê kesî pê ve nînin. Ez hesreta wan roja me. Ji bo wê min dixwest  di pêşengehê de bîranînên min li ber çavên min bin. Parastina çandê mîna şoreşa hebûna nirx û nasnameya mirov e." 
 
'Keda bi  alavên kevnar pir xweş û watedar bû' 
 
Hizniyayê herî wiha got: "Di pêşengeha min de das û qînax jî hene. Ev herdu bi hev re, di dema rakirina berhemên erdan de dihat şuxulandin. Das ji bo  birîna simbilê, çinîna nîsk, ceh dihat çêkirin. Her wekî din çinqal heye ew jî ji bo hilgirtina çewalan dihat bikaranîn. Li gel min melhêbên kevnar jî hene yên mirov pê berheman kom dikin. Melhêb jî ji darên zuha dihatin çêkirin. Dema ku mirovan berhem bi melhêbê kom dikirin bi cercereyê hûr dikirin. Jixwe piştî me berhemên xwe hûr dikirin me li bêjingan dixist da ku em berhemên xwe paqij bikin. Jixwe dema ku li cotkaran dibû şev, bi fanûsan ser cercerêyê dixebitîn. Keda bi  alavên kevnar pir xweş û watedar bû."