‘Ev huner hestên min tîne ziman'

  • 09:02 23 Hezîran 2020
  • Çand û Huner
Medya Uren
 
AMED - Ruşen çend ji neçariyê dest bi vî karî kir jî bi berhemên ku derketî holê bala gelek kesan keşand. Ruşen destnîşan kir ku li Amedê xebatek bi vî rengî watedar e û got: "Min neçariyê dest bi vî karî kir lê niha ez gelek karê xwe hez dikim û berhemên ku derdikevin holê û eleqeya ku tê nîşandan hêzê dide min."
 
Ruşen Yakut 6 sal in bi hunera destê xwe debara xwe dike. Bi berhemên xwe balê dikişîne ser xwe. Firoşgeha Ruşenê li semta Ofisa Amedê ye. Firoşgeha xwe wekî cihê atolyeyê jî bikartîne. Berhemên ku li froşgehê hatine daliqandin hezkirina kar û zehmetiya kar nîşan dide. Ruşen çîroka xwe ya ji destpêkê heta îro ji ajansa me re vegot. 
 
Ruşen di destpêka axaftina xwe de li ser destpêka karê xwe axivî û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Min beşa civaknasiyê qedand lê li gorî pişeya min kar tune bû. Min û hevalê xwe biryarek da û me ji xwe re kargehek vekir. Demên borî jî em bi vî karî re mijûl dibûn. Lê me debara xwe pê nedikin. Piştî ku em li derdorê hatin nasîn, eleqeya li hemberî me zêde bû. Ango firoştgehek yê me ji tune bû. Ji derve me xemlan dihona û difirot. Me 2 salan wisa karê xwe domand û piştre me kargeha xwe vekir. Ev 6 sal in ji em bi vî rengî debara xwe dikin."
 
‘Berhemên xwe dişînim Ewropayê jî' 
 
Ruşen got her xemlek xwedî wateyeke û peyamek dide û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema em tiştek çêdikin em destpêkê difikirin. Doza me çiye, em çi peyamê bidin, ango em derdê xwe çawa bêjîn ji derdor re. Ji ber wê yekê di hemû xemlan de rengek hebû û her nexşek xwedî wateyek bi êş bû. Lewra kesên derdor vê yekê bêtir hîs dikin. Ji ber wan xemlan nexşên me ji diyar dikir ku em xwecihên Amedê ne. Piştî xemlan me dest bi karên kûrtir yên hunerê kir. Me helbest honand, wêne xêzkir û şêweyên balkêş pêşkêş kir. Em her tim nûbunek di karê xwe de diafirînin. Her roj bi fikir û nîqaşên nû em dest bi kar dikin. Niha em ji welatên biyanî re jî berhemên xwe dişînin. Ji Emerîka, Ewropa, Japonya û her wiha ji gelek bajarên tirkiyeyê re jî berhemên xwe dişînin." 
 
‘Dema jin bixwaze dikare her tiştî bike'
 
Ruşen di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku gelek hez karê xwe dike û kedek mezin jî dide. Rûşen wiha dom kir: "Ez gelek hez karê xwe dikim û ji ber vê jî ez ê karê xwe bidomînim. Kareke zehmet e û ez gelekî ked jî didim û hem hişê min deweste û hem jî çavê min. Ya herî xerab jî kesek keda te nabîne. Lê belê ya herî xweş bi her awayî tu fêr dibî û ev dibe karê te. Çiqasî weke jin car car em bi pirsgirêkan re rûbirû bên jî xebata li Amedê cudaye û xweş e. xweşiya kar û Amedê cuda ye. Ev huner cihê hestên min e. Lê ez tenê bi vî karî re ji mijûl nabin. Carna ez bi nivîsîna çîrokan re jî mijûl dibim. Li gorî min jin jêhatî ne û dema bixwazin dikarin gelek karan bi hev re bikin.”
 
‘Qeyrana aboriyê bandorê li me kir'
 
Ruşen di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser qeyran aboriyê û got: "Rewşa me roj bi roj ber bi başiyê ve diçû û êdî em dihatin naskirin. Lê bi qeyrana aboriyê re ev hat guhertin û bêtir esnafên bi bandor bûn. Her tişt buhabûye. Em zehmetiyan dikişînin û muşterî jî zehmetiyan dikişînin. Lewra bi pandemiyê re ev rewş qat bi qat xerabtir bû. 3 meh in em nikarin kiraya xwe bidin.”