'Em ê çanda xwe biparêzin'

  • 09:05 21 Hezîran 2020
  • Çand û Huner
Sara Şêx Hesen 
 
HELEB - Asya Mihemed a bi keda destên xwe xwarina bi navê zehterê çêdike anî ziman ku çêkirina xwarina zehterê çandeke kevn e û wiha got: "Em ji zehterê re dibêjin zehtera malê, ji ber em wê zehterê bi destên xwe çêdikin. Ev çandeke kevnar e."
 
Yên ku civakê bi keda destên xwe û bi hewildana xwe bi rê ve dibe jin e. Jin ji bo her demsalê di nava hewildanekê de ne û bi vê yekê di heman demê de çanda xwe ya kevnar jî zindî dihêlin. Jin ji bo zivistanê rîçal, tirşo, şînkahiyên hişk, salçeya îsotan, mastê kemandî, pelê mêwê û zehter amade dikin. Di Efrînê de çêkirina zehterê weke çandekê ye. Asya Mihemed bi fikrên xwe yên afrîner zehterê li mala xwe çêdike. Asya têkildarî çêkirana zehterê nêrîna xwe parve kir. 
 
'Em amadekariyên zivistanê dikin' 
 
Asyayê di destpêka axaftina xwe de balkişand ser amadekariya zivistanê û wiha domand: "Di demsala bihar û havînê de em amadekariyê ji bo zivistanê dikin. Her berhemek dema wê heye, em jî li gor berheman amadekariya zivistanê dikin. Ji bo zivistanê min rîçalê gulan û çîlekan amade kiriye. Her wiha niha jî me dest bi amadekariya zehterê kiriye. Em ji zehterê re dibêjin zehtera malê, ji ber em wê zehterê bi destên xwe çêdikin."
 
'Em ê çanda xwe biparêzin'
 
Asyayê di dewama axaftina xwe de çêkirina zehterê wiha bi lêv kir: "Zehter li Efrînê çandek kevnar e, em jî îro vê çandê dişopînin. Çêkirina zehterê di meha gulanê de dest pê dike, heta meha tîrmehê berdewam dike. Alavên ku dikevin nava zehterê wiha ne: nok, bizir, kizwan, simaq, sawar, findiq, fistiq, kuncî û hwd. Paşê em di beroşê de sor dikin, tevlî hev dikin û rojekê dihêlin. Paşê em dihêrînin û amade dibe."
 
'Tama keda destan cuda ye'
 
Asyayê herî dawî diyar kir ku pêwist e herkes xwedî li çanda xwe derkeve û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jin bi afrîneriya xwe tê nasîn. Em jî ji bo zivistanê amadekariyên xwe bi keda destên xwe dikin. Çawa ku dayikên me çanda xwe zindî kirin, pêwist e em jî çanda xwe ji nifşên dema pêş re bihêlin. Pêwist e her jinek kurd çanda xwe ji helandinê biparêze. Çiqas pêşketinên teknîkî çêbibe jî tama keda destan cuda ye."