'Bêhna nanê tenûrê gund xweş û geş dike'

  • 09:04 19 Hezîran 2020
  • Çand û Huner
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Wedha Yasîn a ku bi keda destên xwe tenûran çêdike û çanda kevnar didomîne wiha got:"Min tenûr weke hunerekê hilbijart da ku ez çanda dayik û dapîrên xwe zindî bikim, gund bi bêhna nanê tenûrê xweş û geş bikim."
 
Çanda xwezayî ya çêkirina tenûran, îro bi pêşengtiya jinan tê zindîkirin. Çêkirina tenûran di nava xwe de ked û axê diparêze. Bi keda jinê nanê tenûrê li gundê bajarê Hesekê tê çêkirin. Jina bi navê Wedha Yasîn 40 salî ye û ji bajaroka Tiwêna ya girêdayî bajarê Hesekê ye li çanda xwe ya kevnar xwedî derdikeve û tenûrê bi keda destên xwe çêdike. Wedhayê têkildarî çêkirina tenûrê nêrîna xwe parve kir.
 
'Ji bo çêkirina tenûrê kedeke mezin lazim e'
 
Wedhayê diyar kir ku bîranîn û hezkirina nanê dayikê hişt ku ev çand li pêş bikeve û wiha domad: "Ji bo ku em bikaribin nanê tenûrê çêbikin pêwist e em tenûr ava bikin, çêkirina tenûrê jî ji axa sor, av, xwê û mûyê bizinan tê çêkirin da ku tenûrek baş were çêkirin. Ji bo çêkirina tenûrê kedeke mezi lazim e. Tenûr ji 10 tebeqeyan pêk tê û gilover tê çêkirin."
 
'Bêhna nanê tenûrê gund xweş û geş dike'
 
Wedhayê da zanîn ku jin di qada zindîkirina çanda kevnar de  xwedî rolek girîng e û wiha got: "Ev 4 sal in min dest bi çêkirina tenûran kiriye, ez çêkirina tenûrê ji dayik û dapîra xwe fêr bûm. Bêhna nanê tenûrê gund xweş û geş dike. Her wiha di zivistanê de ji bo şewandina goşt, germkirina avê jî tenûr tê bikaranînin. Tenûr di heman demê de derdorê mirovan ji stirî û gîhayên zuha paqij dike. Dema em nanê tenûrê çêdikin zarok li ber tenûrê kom dibin û nan dixwazin. Bi xweşbûna çêkirina nan, bi kombûna zarokan û daxwaza wan a ji bo nan, jiyan xweş dibe. Bi keda jinan çanda dayik û dapîrên me zindî dibe."