‘Şanoger di van şertan de dernakevin ser dikê’

  • 09:09 10 Hezîran 2020
  • Çand û Huner
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Hikûmetê diyar kir ku wê ‘Şano di 1’ê Tîrmehê de bên vekirin’. Şanoger Berfîn Emektar anî ziman ku di van şertan de şanoger nikarin derkevin ser dikê û got ne bi biryara hikûmetê wê bi biryara şanogeran vebibe.
 
Di pêvajoya pandemiyê de şano û sînema jî hatibûn girtin û bi pêvajoya normalbûnê ya ji 1’ê Hezîranê şûnde, hikûmetê diyar kir ku wê şano û sînema jî di 1’ê Tîrmehê de bên vekirin.
 
Şanogera Şanoya Bajarê Amedê, Berfîn Emektar, pirsgirêkên pêvajoya pandemiyê, planên piştî 1’ê Tîrmehê nirxand.
 
‘Însiyatîfa Bila Şano Bijîn, biryarê nîqaş dikin’
 
Berfînê diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de arşîvên lîstikê bi temaşevanan re parve kirine û got di vê pêvajoyê de gelek tiştên baş hatibin kirin jî ji ser çapemeniya civakî piştî demekê diçin çopê û got: “Dema li ser çapemeniya civakî tê parvekirin, ew rîtuelîstîka şanoyê winda dibe, bandora xwe winda dike.Di şanoyê de divê yekser têkilî hebe, divê bi temaşevanan re bê jiyîn. Ji bilî van şertan em nikarin bêjin şano. Li Tirkiyeyê hemû şanoyên taybet nêzî 420 komên şanoyê hatin gel hev û çûn avabûneke ‘Bila Şanoya me Bijî’. Em jî parçeyek vê ne û di lijneya rêvberiyê de çalak peywirê digirim. Biryara hikûmetê ya di 1’ê Tîrmehê de wê şano vebin heye. Însiyatîfa Bila Şano Bijîn van hemûyan nîqaş dikin.”
 
‘Ne hikûmet wê şanoger biryarê bidin’
 
Berfînê destnîşan kir ku şanoyên taybet rastî pêkanîna ‘tacîr’ tên û ji ber ne girêdayî wezareta çandê ne şanoyên taybet wek bazirganxane tên dîtin û wiha got: “Ji bo kargeriyên ku li gorî xwe jê re dibêjin bazirganxane jî bûn piştgir, lê ji bo şanoyan tu pakêtek piştgiriyê pêk nehat. Tu ewlehiyeke pêk neanî û dibêje ez şanoyan vedikim. Bi vê jî berpirsiyariyê ji stûyê xwe derdixin. Ev şano di heman demê de kirê, fature û bacê didin. Hîna nivîsek fermî ji bo me nehatiye. Şano tên vekirin lê ewlehiya hevalan kî dide? Gelo wê derfetên kirina testan bidin lîstikvanan? Şanoyek 150 kesî dema bikeve 70 kesî ew şano xwe xilas nake. Ji ber vê ne hikûmet, lîstikvan wê biryara vekirina şanoyan bide.”
 
‘Em ê xwe ji bo pêvajoya nû amade bikin’
 
Berfînê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wek hemû şanoyan ew jî ji bo vekirinê amadekariyên xwe dikin û got ji bo sezona nû xebatên wan berdewam dikin û ji bo dika nû jî xebatên wan gihiştine astekê û got bi vî awayî xwe ji bo pêvajoya nû amade dikin. Berfînê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di pêvajoya pandemiyê de têkiliya me bi mirovan re qut bû. Bêguman derbaskirina travmaya vê pêvajoyê wê zehmet be. Weke di qada turîzmê de pandemî tune ye, hat vekirin. Li gorî anketan ji sedî 70 temaşevan dixwazin biçin sînema û şanoyê lê ji ber fikaran naçin. Hêvîdar im ev rewş di demek kurt de bê derbaskirin.”