'Jin bi hunera xwe reng dide jiyanê'

  • 10:24 9 Hezîran 2020
  • Çand û Huner
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Endam û Rêveberên Çand û Hunera bajarê Dêrîkê xebatê çand û hunerê nirxandin. Endam û Rêveberên Çand û Hunera bajarê Dêrîkê bi lêv kirin ku huner hêviya civakê ye û wiha gotin:"Jin reng û hebûna xwe di xebatên çand û hunerê de di aliyê sînema, şano, stran, govend û hwd. de derxistiye holê û bi hunera xwe ye resen reng dide jiyanê."
 
Dema jin dibe dayik ji zarokên xwe re lorikan dilorîne û stranan dibêje ev yek bi xwe çandê diparêze. Bi vî rengî êdî dema ew zarok mezin dibin di mêjiyê wan de her ev çand zindî dimîne. Huner di şexsê jinê de ji helandinê hatiye parastin. Jinan di nava jiyana xwe ya normal de û xebatê de her stran gotine. Têkildarî xebatên çand û hunera bajarê Dêrikê ya girêdayî Kantona Qamişloyê Endam û Rêveberên Çand û Hunerê nêrîna xwe di derbarê xebatên xwe de parve kirin.  
 
'Em ê çanda xwe her zindî bihêlin'
 
Rêvebera Çand û Hunera Şehîd Dicle ya bajarê Dêrîkê, Şemal Reşîd girîngiya rola jinê ya di xebatên çand û hunerê de wiha anî ziman: "Jinê di aliyê xebata çand û hunerê de di hemû beşên wê de roleke pir mezin lîstiye. Jin reng û hebûna xwe di xebatên çand û hunerê de di aliyê sînema, şano, stran, govend û hwd. de derxistiye holê. Di xebatên navenda Şehîd Dicle de dema em binêrin bêtir jin pêşengtiyê dike û bi rê ve dibe. Jinên ku cihê xwe di xebatên çand û hunerê de digire bi zanebûna vegera çanda xwe kar dikin. Çanda me nayê windakirin û em ê her zindî bihêlin."
 
'Çanda xwe bidin jiyîn'
 
Şemalê di xebata çand û hunerê de karê ku jin bi rê ve dibin nirxand û wiha pê de çû: "Pêşketinê jinê ya di kar û xebatê çand û hunerê de her ku diçe zêdetir dibe û ji bo pêşketinê jî xebatên gelek girîng bi rê ve dibin. Di pêvajoyê destpêkê de jin gelek zehmetiyan dikişand, lê niha bi rola pêşengtiyê kar û xebatê xwe bi rê ve dibin û gelek komên xweser jî hatin avakirin. Hewildana me wê ew be ku di nava civakê de em çanda xwe bidin jiyîn."
 
'Yên ku çandê afirandiye jin bi xwe ye'
 
Endama Çand û Hunerê ya Şehîd Dicle, Fatma Hisên jî xebatên çand û hunerê wiha nirxand: "Di kar û xebatên çand û hunerê de pir beşên xweş û bi wate hene. Her wiha gelek jin di van beşan de cihê xwe digirin. Girêdana jinê ya bi çandê re pir bi wate ye, ji ber wê yekê yên ku çand afirandiyê jin bi xwe ye. Dayikên me heta roja îro jî bi cil û bergên xwe yên gelêrî û bi stranên xwe yên kevnar jiyanê dixemilînin.  Ev dayik ji bo me dibin mînak da ku em pêşeroja xwe bi çanda xwe bidin afirandin. Hêviya me  ji hemû jinan heye ku xwediyê çanda xwe bin."