'Windabûna ziman temaşe nekin, têbikoşin'

  • 09:05 9 Hezîran 2020
  • Çand û Huner
AMED - Xecê Rêdûr bi eslê xwe xelkê Ûrmiyeyê û li ser ziman û perwerdeya zarokan dixebite. Xece, destnîşan kir ziman hebûne û divê zimanê dayikê bê parastin û got: "Ez dixwazim ku bi rêya nivîs û projeyan bi zimanê kurdî xizmetê bidim zarokan û erka xwe bînim cih.”
 
Polîtîkayên bişaftinê bi her awayî li ser civakê bi bandor in. Li gel polîtîkayên bişaftinê xebatên ku ji bo ziman tên kirin jî li gorî rewşa niha têr nakin. Jina bi navê Xecê Rêdûr ku li bajarê Ûrmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê dijî bi zimanê kurdî perwerdê dide zarokan. Xecê piştî ku li Rojhilat dît ku di perwerdeya bi zimanê kurdî de gelek kêmasî hene di sala 2016’an de dest bi xebatê dike. Di destpêkê de wergera pirtûkan dike û niha jî ji bo zarokan xebata wêjeyê dike. Xecê derbarê kar û barê xwe û polîtîkayên li ser ziman de ji ajansa me re axivî. 
 
Xecê, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser parastina zimanê zikmakî û diyar kir ku bêtir dayik û jin ziman diparêzin. Xecê, wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ziman hebûn e û divê em hebûna xwe biparêzin. Parastina ziman ji aliyê dayikê ve dest pê dike. Ji ber ku zarok bi zimanê dayika xwe mezin dibin. Di vê milê de rola dayikan pir girîng e. Her wiha çîrok vegotina dayikan di esasê xwe de perwerdekirina zarokan e jî. Zarok pêşî ji hêla dayikê ve tê perwerdekirin û piştre tevlî jiyanê dibin."
 
‘Di parastina ziman de rola ciwanan girîng e' 
 
Xecê di heman demê de bal kişand li ser rola ciwanan û destnîşan kir ku divê feraseta ciwanên kurd bi zimanê kurdî be û wiha axivî: “Ciwan ji bo parastina gel, çand û hunerê xwedî roleke girîng in. Dikarin hebûna xwe bi rêya pênûs û nivîsandinê nîşanê cîhanê bidin. Ji bo parastina zimanê ji xeynî wan rêyek din nabînim. An ji bo parastina zimanê xwe têbikoşin an jî tunebûna zimanê xwe temaşe bikin!”
 
'Bila xebat bi kurdî bên kirin'
 
Xecê destnîşan kir ku di parastina ziman de rola dayik û ciwanên girîng e û got: "Heke di destpêkê em bikarin ziman biparêzin û dewlemend bikin, dê di heman demê de bingeha zimanê jî diparêzin. Divê em bi zarokan dest pê bikin û têkoşîna xwe li ser vê esasî pêk bînin. Divê xebatên me bi kurdî bin. Heke em dixwazin li cîhanê bê nasin bila bi kurdî em bên nasîn."
 
Xêcê, di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa jinê ya di nava ciwakê de û wiha bi lêv kir: "Di nava civakê de nahêlin ku jin çalak bibin û pêş bikevin. Divê jin bêtir ziman, çand, huner û dîroka xwe biparêzin û ji bo vê têbikoşîn. Jina ku jiyanê afirandiye dikare ji bo hebûn û zimanê xwe têbikoşe û li cîhanê jî bide nasîn. Dema ku em dibêjin azadiya jinê azadiya civakê ye, wê deme jin dikare zarokên xwe, hevalên xwe û derdara xwe perwerde bike. Bi rastî demên borî li ser jinê bandora feraseta baviksalariyê hebû û bêtir mafê jinê dihat binpêkirin. Niha jî heye lê jin têdikoşin û gelek tiştên paşverû şikandin. Civaka ku jin têde azad nebe, ew civak ber bi mirinê ve diçe û xwe nikare biafirîne.”
 
Xecê, diyar kir ku divê hemû kurd di xizmeta zimanê xwe de erka xwe bîne cih û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Daxwaza min ew e ku ez bikaribim bi rêya nivîs û projeyên xwe ji bo zarokên kurdan xizmetek mezin pêk bînim û erka xwe bînim cih.”