'Dixwazim êş û serkeftinên jinan bi stranan vebêjim'

  • 09:06 5 Hezîran 2020
  • Çand û Huner
COLEMÊRG - Neslîhan a  li gundê Aşûtê ku di temenê xwe yê ciwan de stranbêjiyê dike diyar kir ku ew şopdara stranbêjên navdar ên wekî Eyşeşan û Meryemxan e û dixwaze ku ew bi stranên xwe re serkeftinên jinan vebêje.  
 
Li Kurdistanê Gelê Kurd  çanda Kurdan bi dengbêjiyê û awazên xwe yên hestiyar heta roja me ya îro aniye. Dengbêjan di  heman demê de, hem dîroka kurdan a nehatî nivîsîn, hem jî wêjeya kurdan a devkî bi sirtranên xwe ji civaka kurd re vegotine. Gelê Kurd çand û dîroka xwe piranî bi stran, ango awazên dengbêjiyê rave dike. Li gundê Aşûtê yê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê jinana stranbêj Neslîhan Edîş (18)  jî bi stranên xwe bala herkesî dikşîne. Neslîhana ku heta niha ji malbata xwe veşartî stran gotine,  li gund herkes wê bi stran û dengbêjiya wê  nas dike. Neslîhanê bi stranên  dengbêjên nemir ên wekî; Eyşe Şan, Meryem Xan û Şakîro dixwaze çanda dengbêjiyê bidomîne.
 
'Min bêyî malbata xwe sitran guhdarî dikirin û digotin'
 
Neslîhana ku di temenê biçûk de dest bi dengbêjiyê kiriye dixwaze di pêşerojê de wekî Eyşe Şanan êşa kurdan bi stranan bîne ziman. Neslîhanê anî ziman ku ji ber wê stran digotin, li dijî wê  pir zêde  zextên civakî hebûn û wiha axivî:" Ez ji zarokatiya xwe heta niha stranan dibêjim. Min gelek ji stranbêjiyê hez dikir. Lê min bêyî malbata min pê hay bibe stran guhdarî dikin digotin. Ji ber ku stranbêjî ji bo jinan şerm dihat dîtin. Lê piştî ku hayê malbata min ji min çêbû piştgiriyeke mezin dan min.  Dema ku ez çûm dibistanê mamosteyên min ji min re gotin tu dê di pêşerojê de bibî dengbêjek baş. Van gotinan hêz dida min. Piştre min ji xwe re got çima ez nikarim bikim? Ez dikarim li pey şopa  Eyşe Şanan û   Meryem Xanan bimeşim. Gelek hûnermendên kurd ên jin hene. Wan jî wekî me karê malê dikir û her karekî din dikirin.  Lê niha pêşengên çand û hûnera kurd in."
 
'Xweşî û nexweşî bi klaman hatiye ziman'
 
Neslîhanê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji berê heta niha jinên kurd êş û kêfxweşiyên xwe bi stranan anîne ziman û wiha domand:" Berê dayîkên me û mezinên me, di nav nexweşiyan de û xweşiyan de tim û tim stran gotine. Bi stranan hem ew bûyer nedane jibîrkirin û hem jî  bi vî awayî aram bûne. Dayîkên me derd û kûlên xwe ji tu kesî re nedigotin û bi stran ew anîne ziman. Ji ber vê jî bi rastî jî stranbêjî tişteke pir cuda ye. "
 
'Dixwazim êş zilm û serkeftinên jinan bi stranên xwe vebêjim'
 
Neslîhanê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew dixwaze li ser rêya Eyşeşan  û Meryemxanan bimeşe û wiha axaftina xwe bi dawî kir:" Dengbêjî di Çan'da kurd de hûnera herî kevnar e. Ev çand bi saya jinan tu caran bi dawî nebûye û heta roja me ya îro hatiye. Dengbêjên nemir ên wekî Eyşe Şan û Meryem Xan bûne meşhaleya çanda kurd.  Ez jî wekî ciwanek kurd  dixwazim  li ser rêya wan bimeşim û di pêşerojê de êş,zilm û serkeftinên jinan bi stranên xwe ragihînim nivşê nû."