'Ez hem destarê bi kar tînim hem jî çîrokên gelêrî dibêjim'

  • 09:02 5 Hezîran 2020
  • Çand û Huner
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Destar yek ji amûrên dîrokî yên civaka xwezayî ye. Tevî kêmbûna bikaranîna wê ya rojane, bi riya bikaranîna jinan ev çand dîsa zindî tê hiştin. Jina bi navê Wensa Îsa ya ku hem destarê bi kar tîne û hem jî li ser destarê çîrokên gelêrî jî zindî dike anî ziman ku divê gelê kurd li çanda xwe xwedî derkevin û wiha got:"Ez hem destarê bi kar tînim hem jî çîrokên gelêrî dibêjim. Ev yek çanda me ye û peywira me ya girîng ew e ku em çanda xwe bikaribin bidin jiyîn."
 
Di dîrokê de destar yek ji amûrên bingehîn ê her malbatekê bû. Ji bo hêrandina genim gelek kes dihatin gel hevdu. Hem destar bi kar dianîn hem jî çîrokên gelêrî digotin. Jina bi navê Wensa Îsa ya 50 salî û ji Gundê Til Sexirê yê Hesekê ye çanda destarê didomîne. Wensayê bi lêv kir ku çanda mirovan di heman demê de hebûna wan e û wiha got:"Destar ji bo pêşxketina civakbûyînê xwedî rolek girîng bû. Niha ez jî hewil didim ku çanda destarê bidomînim û neyê jibîrkirin."
 
'Destar ji bo pêşxketina civakbûyînê xwedî rolek girîng bû'
 
Wensayê diyar kir ku bikaranîna destarê pir girîng e û wiha got: "Ez ji Gundê Til Sexirê yê girêdayî bajarê Hesekê me, di nava gund de tenê destar li gel min tê peydakirin. Destar ji bo pêşxistina civakbûyînê xwedî rolek girîng e. Li çend malbatan destar hebû ji bo wê jin li hev kom dibûn û bi hev re karê xwe wekî hêrandina nîsk û genim dikirin û ya herî xweş jî ku jinên ku li hev kom dibûn bi hev re kevirê destar digerandin û stranên gelerî jî digotin. Destar ji kevirê giran ê girs tê çêkirin, bikaranîna wê jî kevirek jê sabit e û yê jor tê gerandin, gerandina wê jî bi riya alîkariya ku ji text tê çêkirin dibe, gerandina destar li ser libên genim dihêle her libek jê were şikandin û bibe ard."
 
'Jin bingeha avakirina civakê ye'
 
Wensayê da zanîn ku jin di avakirin û rêveberiya civakê de xwedî rolek pir girîng e û wiha pê de çû: "Ji bo ku em bikaribin ji kirîza aborî xelas bibin pêwist e em wekî jin amûrên kevnar zindî bikin û bi kar bînin, ev amûr jî dapîr û bapîrê me ji me re hiştine. Pêwist e em xwedî lê derkevin û civaka xwe ji qeyrana aboriyê xelas bikin. Dema gundî pêwistiya wan bi bikaranîna destar hebe tên gel min û em bi hev re li ser kar dikin. Ez nikarim destar ji mala xwe derbixim ji ber ji bo min bîranînek e. Çîroka jiyana min vedibêje. Ez bang li hemû jinan dikim ku xwedî li çanda kevnar a destarê derkevin."