‘Li dijî zextan bersiva me xwedîderketina li çand û ziman e’

  • 09:04 2 Hezîran 2020
  • Çand û Huner
WAN - Xwendekarên YYU, bi armanca ‘ziman û dîroka kurd’ bidin jiyîn Bask-Der ava kirin û di vî alî de jî xebatên xwe di pêvajoya pandemî de berdewam kirin. Endama komeleyê Rahîme Tekîn wiha got: “Li her qadê li dijî zextên em pê re tên rû hev, bersiva me xwedîderketina li çand û zimanê me ye.”
 
Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê (YYU) hatin cem hev û bi armanca ‘jiyandina ziman û dîroka kurd’, Komeleya Çand û Hunerê ya Astropolojî Zanistê (Bask-Der) ava kirin. Endama komeleyê Rahîme Tekîn,balkişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser çand û zimanê kurdî û xebatên xwe yên li dijî asîmîlasyonê vegotin.
 
‘Civakek hebûna xwe bi çanda xwe diparêze’
 
Rahîmeyê bi lêv kir ku çand ji bo civakê bingeha herî girînge û got: “Ger divê qadê de xebat neyê meşandin, wê demê civak terkî rizandinê tê kirin. Çanda kurd di bin asîmîlasyonek giran de ye. Di vê pêvajoyê de me dît ku qeyûm îradeya gel xesp dikin û tehemula wan li hember tabelayên kurd jî tune ye. Civakek di bin êrîşê de bi parastina çanda xwe dikare hebûna xwe biparêze. Em ê wek ciwan pêşengiya vê bikin.”
 
‘Em li dijî asîmîlasyonê li ber xwe didin’
 
Rahîmeyê destnîşan kir ku Bask-Der li qada zanîngehê der barê ciwanan de xebatan dimeşînr û ev tişt bi lêv kir: “Civaka ku ciwanên wê tunebin, pêşeroja wê jî tune ye. Li dijî mirovên yek tîp ku kapîtalîzm hewl dide biafirîne, em ciwan û avakirina civaka demokratîk wek alternatîf dibînin. Em hewl didin ku hişmendiya  civakê ava dike, zindî bihêlin. Em ji bo jiyandina çand û zimanê kurd xebatan dimeşînin û gelek girîngiyê didin vê. YYU zanîngeheke li Kurdistanê ye û profîla wê jî ji ciwanên kurd pêk tê. Em bawer dikin ku ciwanên xwedî hişmendî girîngiyê didin çand, ziman û hebûna xwe. Em li dijî asîmîlasyonê jî bi berxwedanê bersivê didin.”
 
‘Bibîrxistin li dijî zextan çek e’
 
Rahîmeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di çarçoveya xebatên komeleyê de qursên erbane, saz, gîtar û bilûrê tên dayîn. Her wiha atolyeyên jîneolojî, ekolojîk û fîlm jî tên nîşandan. Bi wesîleya rojên girîng jî bername pêk tên. Ji ber ku bibîrxistin çek e. Em xwendinan dikin û nîqaşan dimeşînin. Em ji bo dibistanên gund jî bi destên xwe hinek tiştan çêdikin. Li kampusê em bernameyan çêdikin. Lê wek her qadê em li zanîngehê jî bi êrîşan re rûbirû tên.”
 
‘Me rêxistinbûna xwe mezin kir’
 
Rahîmeyê diyar kir ku wek komele li ser esasa jinan xebatan dimeşînin û got: “Di pêvajoyê de di bûyera tacîzê ya li zanîngehê hat jiyîn de, me bi rêxistinbûna xwe nîşan da ku em li dijî zîhniyeta serdest ya mêr serî natewînin. Me bi anketên mijara şîdet û parastina cewherî xebatên agahdarkirinê meşand. Bi wesîleya 8’ê Adarê me bi bernameyên pêk anî rêxistinbûna xwe mezin kir. Me atolyeyên Jîneolojî bi onlîne berdewam kir. Her wiha xebatên me di pêvajoya pandemî de jî bi onlîne berdewam kir. Em wek komele û ciwan ji ber li her qadê bi reng û zimanên xwe hene, rastî zextan tên. Li dijî vê bersiva herî girîng, xwedîderketina li çand û zimanê me ye.”