Newaya Jin bi manşeta 'Îktidara ne baş li ser kar e' derket

  • 12:02 1 Hezîran 2020
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Newaya Jin bi manşeta 'Îktidara ne baş li ser kar e' derket
 
183'yemîn rojnameya jinê ya li Ewropayê weşanê dike bi manşeta  'Îktidara ne baş li ser kar e' derket. Di hejmara meha hezîranê de mijarên wekî çalakiya 30'ê Hezîrana 1996'an a Zeynep Kinaci ya ji navên bûye sembola têkoşîna azadiya kurd, Gulîstan Doku, hewildanên yekîtiya neteweyî, têkoşîna li dijî talankirina xwezayê, destanên kurdî, aboriya jinê, portre û gotar cihê xwe girtin. 
 
Rojnameyê cih da roportaja derbarê êrîşên li ser goran a ku Rojnameger Nîşmiye Guler bi Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn re çêkir. Erenê diyar kir ku mijara êrîşa goran ne nû ye û got Tirkiye li gor tu peymanên navneteweyî tev nagere. Erenê got "Îktidara nebaşiyê hukmê xwe diajo".  
 
Endama Konseya Rêveberiya KJK'ê Rojda Sîverek û Gulistan Çiya bal kişandin ser banga jiyan û azadiyê ya Zîlanê. Zerya Gul jî bal kişand ser kirdeya yekîtiya hevpar. 
 
'Dewlet rêxistina ne baş e'
 
Ronî Eylem derbarê Gulistan Doku ya ku ji 5'ê Çileyê heta niha nexwiyaye. Ronî got 'Dewlet rêxistina ne baş e'. Nivîskar Deniz Bilgin bal kişand ser "xweza û şer". 
 
'Li dijî mêtingeriyê rihê neteweyî'
 
Aktivîst Zeynep Dersim û Rojnameger Rojbîn Deniz derbarê yekîtiya neteweyî û provakasyona Zînê Wertê de nivîsandin. Zeynep û Rojbîn bal kişandin ser mijara 'Li dijî mêtingeriyê rihê neteweyî'.
 
Di mijara hezîranê de; Nivîsên Munwer Azizuglu "Aboriya Jinê", Roza Metîna "Destanên Kurdan", Done Guzel "Navenda Jinê ya Rosara" a di adara 2020'an de li Zurich'ê hat vekirin cihê xwe girtin 
 
Ew ê hejmara hezîranê ya rojnameyê di rojên pêşiya me de li ser sîteya newayajin.net bê weşandin.