Devrîm Demîr:Ji dewlemendiya ziman û folklora xwe bêpra nemînin

  • 09:09 30 Gulan 2020
  • Çand û Huner
AMED - Çîrokbêj Devrîm Demîr anî ziman ku divê çi di tûrikê kê de hebe derxîne û wiha got:"Carna hinek gavên pir biçûk jî xizmeta tiştên pir mezin dikin. Bi kurdî bijîn, ji dewlemendî û xweşiya ziman û folklora kurdî bêpar nemînin."
 
Devrîm Demîr ku li ser çîrokan lêkolînê dike û hêvî dikir ku di biharê de xebatên xwe pêşkêş bike,  mixabin ji ber rewşa koronayê ev daxwaza wê wekî ku dixwest pêk nehat.  Devrîmê qala xebata xwe ya  bi nave 'Tûrikê Çîrokan'  ji ajansa me re kir û anî ziman ku di mijara çîrokbêjiyê de valahiyek mezin heye û pêdivî bi xebatên bi wî awayî heye.
 
'Pêdivî bi xebatên wisa heye'
 
Devrîmê bal kişand ser mijara çîrobêjiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe:"Ev nêzî salekê ye ku ez li ser çîrokbêjiyê dixebitin. Ez difikirîm ku bi destpêka biharê re xebata xwe pêkêş bikim lê mixabin bi hatina biharê re nexweşiyê jî rû da. Fikira çîrokbêjiyê, dema ku min car caran di bernameyan de çîrok vedigotin bi taybetî malbatên ku zarokê wan hene dihatin dipirsîn, digotin ‘gelo ev çirok bi deng qeydkirî tune ne?’ An jî çavkaniyên baş dipirsîn. Wê demê mirov dibine ku çawa valahî heye. Ji ber vê yekê min xwest ku van çîrokan qeyd bikim û bi awayekî dîtbarî pêşkêş bikim. Ji ber nexweşiya koronayê xebat ne tam wek ku ez difikirim û di kalîteya ku min dixwest de hat destpêkirin lê min got ez bi derfetên heyî di vê pêvajoyê de bidim destpêkirin. Ji ber ku belkî di vê rewşê de ji her carê bêhtir pêdivî bi xebatên wisa hebin. Ji ber ku zarok di malê de ne. Ji ber vê yekê her xebateke çandî henaseyeke ji bo civakê li gor min. Bi vê fikrê, li malê û bi derfetên kêm min dest bi qeydkirina çîrokan kir."
 
'Nifşek nû bi çanda xwe dihese'
 
Devrîmê anî ziman ku nifşê nû bi çanda xwe hesiyaye û wiha got: "Ev xebat hîn pir nû yê, encex di demên pêş de ku gelek kes jê haydar bûn em dikarin reaksiyona wê binirxînin. Lê ji kesên derdorê nêrînên gelekî erênî dibihîzim. Ji ber ku di van demên dawiyê de eleqeya li hember çîrokê zêde bûye û her ku diçe zêdetir jî dibe. Berê dema digotin çîrok an jî çîrokbêjî dapîr û bapîr an jî kesên navsere dihatin bîra mirov. Lê niha em dibînin ku êdî ciwan jî eleqeyeke mezin nîşanî çîrokê didin. Niha kesên ku çîrokan vedibêjin bêhtir kesên ciwan in. Ev yek jî kêfxweşîyê dide mirov bi rastî. Nifşê nû bi çanda xwe dihese"
 
'Divê kar û xebatên ziman li her quncika civakê belav bibin'
 
Devrîm diyar kir ku divê kar û xebatên ziman û folklorîk li her quncika civakê belav bibin û wiha pêde çû:"Dibe ku îro di civakê de ziman qels be û gelek zarok bêyî ku fêrî zimanê xwe bibin mezin dibin.  Lê, em nikarin bi xemên ku em ê neyên fêmkirin tevbigerin û xebatên xwe yen bi vî rengî bi sînor bikin an jî li bendê bisekinin heta ku tevahiya civakê fêrî kurdî bibe. Tam jî ji bo vê yekê bêhtir hewcedarî bi xebatên bi vî rengî  heye. Ji bo ku bi riya van xebatan ziman jî li nava civakê belav bibe. Divê kar û xebatên zimanî û folklorîk li her quncika civakê belav bibin ku mirov di her gavê de li wan biqelibin."
 
'Ji dewlemendiya ziman û folklora kurdî bêpar nemînin'
 
Devrîmê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser xizmeta ji bo zimanê kurdî û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Divê çi di tûrikê kê de heye derxe û parve bike. Yên ku dixwazin hema biqasî serê derziyê jî fêdeya wan bigihe zimanê wan û civaka wan divê li bîra xwe vegerin û bikolin, teqez û teqez ew ê li bermahiyên çandî û folklorîk rast werin û bila vana bi xwe re nehêlin, parve bikin. Ji ber ku tişta veşartî wenda dibe û diçe. Gotineke pêşiyan heye, diya min her tim bi kar dianî û digot ‘malê hilanî zalima xwarî’. Îca ji xwe serdest li benda me û tunekirina me, çanda ne û nasnameya me ne, bi ser vê de bila bêxemiya me jî xizmetê ji vê yekê re neke. Bila xemek me ji bo zimanê me hebe. Her xemeke ji bo ziman di heman demê de xemeke ji bo nasname û hebûna me ya netewî ye jî. Carna hinek gavên pir biçûk jî xizmeta tiştên pir mezin dikin. Bi kurdî bijîn, ji dewlemendî û xweşiya ziman û folklora kurdî bêpar nemînin."