‘Hilbêrin li dijî zext û zilma li ser civakê bersîva herî xurt e’

  • 09:08 30 Gulan 2020
  • Çand û Huner
AMED - Hunermend Nuarîn û Seher Stran diyar kirin ku huner bîr û hişmendiya civakê ye û wiha gotin: “  Divê hunermend bê hilberîn neminin, ji ber ku hilberîn li hemberî zext û zordariyan bersîva herî xurt e.”
 
Wekî ku tê zanîn di her civakê de hunermend xwedî nirxekî girîng in. Hunermend şopdarê çand û dîroka civakê xwe ne. Ji ber vê ye ku li Kurdistanê, dewletên dagirker beriya her tiştî dixwazin kurd ji çanda xwe dûr bikevin û şerekî taybet li dijî hunermenda didin meşandin. Lê hunermend jî ji bo xwe dî li çanda civaka xwe derkevin gelek bedelên mezin dane û çanda civaka xwe parastine. Derbarê girîngiya hünere de hunermend Nuarîn û Seher  Stran ji ajansa me re nirxandin kirin.
 
‘Civak û çand giredayiya hev in’
 
Hunermend Nuarîn diyar kir ku bandora hunera ya li ser civakê hertim li gorî serdeman guheriye û wiha axivî: “Her hunermend ji civak û çanda xwe bandor dibe. Wekî Dengbêjên kurd ku nirxên civaka kurd heta îro anîne. Her wiha  gelek nivîsakar û helbestkarên navdar bi pênûsên xwe nirxên civaka kurd parastine û ji dîrokê ji roja me ya îro re ragihandine. Bi salan e li ser çand, ziman û nasnameya kurdan polîtîkayên bişaftinê  tên meşandin. Lê hunermend hertim ji bo parastina nirxên civaka xwe bi têkoşîna ku bi hunera xwe dane bûne bersîv."
 
‘Jinên kurd di hêla hunerê de bi israr bûn’
 
Nuarînê bal kişand ser têkiliya jin û hunerê û wiha berdewam kir: “Jin hertim bûye parçeyekî hunerê.Ji bo ku di qada çand û hunere de ji xwe re cihekî veke hertim têkoşîn daye. Herî zêde jî di nav civaka kurdan de jin ji hêla hunerê de xwedî roleke girîng e. Jinên kurd êş, fikr û hestên xwe bi rêya hunerê vegotin e. Wekî bi çîrok û lorîk û dengbêjiyê. Em di hunerê de asta jinê bi berhemên ku dane dikarin bibînin. Hin caran berhemên wan wek anonim hatine binavkirin. Lê di heman deme de jî hin jinên kurd bi têkoşîna ku dane nav û dengê xwe gihandine. Mirov van jinan  wekî Eyşe Şan, Meryem Xan, Gulbihar, Nesrîn, Şîrvan dikare bin av bike."
 
'Hunermend ji bo civakê dibe hêz'
 
Nuarîn destnîşan kir ku dewleta tirk wekî her qadên civaka kurd hertim êrîşî qada çand û hünere jî kiriye  û ev tişt got: “Dewleta tirk dizane ku qada çand û hunerê ji bo bîr û hişmendiya civakê xwedî rolekê mezin e. Ji ber vê yekê hertim xwestiye êrîşî çanda Gelê Kurd bike û zext li hûnermendan kirye. Gelek hunermendên kurd ji bo ku stranên kurdî gotine ketine girtigehan û gelek caran konserên wan bi hincetên pûç hatine betalkirin. ji ber ku hunermend li hemberê zilm û zexta li ser gelê xwe derdikeve û ji bo wan dibe deng û hêz. Lê  dîsa jî divê her hunermend li dijî hemû zext û zordariyan hilberîna xwe berdewam bike û ji bo vê pergala qirêj bibe bersiv.”
 
'Hunermend divê di her şert û mercan de xwe bîigihîne civakê’
 
Nuarînê dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa pandemiyê û diyar kir ku wan rewşa pandemiyê jî ji bo xwe veguherandin pêşveçûnê û wiha got: “Rewşa pandemiyê wekî her qadê li ser çand û hunerê jî bibandor bû. Gelek sektoran xebata xwe dan sekinandin. Mixabin ji vê rewşê qada çand û hünere jî bi bandor bû. Me hemû bernameyên xwe betal kirin. Lê hewldanên me berdewam kirin. Me li ser medya ciakî xwe gîhand hunerhezan û me rewşa pandemiyê ji xwe re veguherand fersendê. Hunermend di vê pêvajoyê de ji gel re bûn moral.”
 
‘Jinê bi têkoşîna xwe di qada çand û hünere de cih girt'
 
Hunermend Seher jî anî ziman ku ê dema di qada çand û hûnere de bahsa jinê bê kirin divê bahsa serpêhatiyên wê yên ku têkoşîneke çawa daye jî bê kirin. Seher domdariya axaftina xwe de wiha got: “Zîhnîyeta serdest a mêr hertim di hewldana sînordarkirina jinê de bûye. Heman tiştê di hunerê de jî em dikarin bibînin. Ango ked û berhemên jinê ji dest sitendin.  Ji ber vê yekê pêwist ê ku dîroka jinê bê lêkolînkirin. hebûna jinê di hunerê de bi têkoşîn û berxwedanÊ pêk hatiye. Rola jinê di hunerê de gelek mezin û girîng e. Jinê bi xweza û hestên xwe dewlemendiyek xistiye nav hunerê.
 
‘Divê huner û hunermend qedexekirinan nas nekin’
 
 Seherê da zanîn ku hunermend li ser erdên Kurdistanê hertim bi zilm, zext û qedexekirinan re rûbirû mane û wiha berdewam kir: “Divê huner û hunermend qedexekirinan nas nekin. Hunermend di navbera civak, çand û hunerê de wekî pire ye. Her wiha huner nasnameya civakê ye. Ji ber vê yekê hunermendên ku bê hiberîn bimînin di heman deme de çand û hunera ciaka xwe jî teslîmî serdestên xwe dikin. Ji ber ku hilberîn li hemberî zext û zordariyan bersîva herî xurt e."
 
Seher di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa pandemiyê û wiha got:"Wekî ku tê zanîn ji ber rewşa pandemiyê hemû konser û qadên ku civak lê kom dibû hatin qedexekirin. Lê vê rewşê em asteng nekirin û ji bo me derfeta hilberînê û pêşvebirinê afrand. Di pêvajoya pandemiyê de me bi rêya dijîtalê xwe gîhan gele xwe."