'Huner bi dengê jinê watedar e'

  • 09:04 30 Gulan 2020
  • Çand û Huner
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Hunermenda ciwan a bi navê Yasmîn Koşan li ser xebata xwe ya hunerî axivî û got: "Huner bi dengê jinê watedar e û wateyek xweş dide jiyanê."
 
Dema ku mirov xwedî armanc û bawerî be tiştek nikare li pêşiya berhemê mirov bibe asteng. Di nava hemû dîrokên mirovan de jin weke parêzvana çand û hunerê tê pênasekirin.  Bi hunerê re mirov hestên xwe ji civaka xwe re parve dike. Hunermenda  ciwan a bi navê Yasmîn Koşan a bi temenê xwe 18 salî  ye û li taxa Şêx Meqûd a bajarê Helebê dijî bi dengê xwe hezkirin di dilê her kesî de ava kiriye û bi dengê xwe yê xweş di nava xebatên çand û hunera Cemîl Horo ya bajarê Helebê de  cih digire. Ev 7 sal in karê dengbêjiyê dike û bi hunermendên navdar re stran gotiya. Yasmînê derbarê xebat û hunera xwe de axivî. 
 
'Ez ê her li ser şopa çanda xwe bimeşim'
 
Yasmînê di destpêka axaftina xwe de behsa xebata hunerî kir û wiha domand: "Huner ji bo min jiyan e, hewildana min ew e ku ez bi çanda xwe jiyanek nû ava bikim. Dema ez bi zimanê xwe distirînim, ez gelek kêyfxweş dibim. Mirov dema bixwaze çanda xwe bide jiyîn, di aliyê wênesazî, govend û stranan de dikarin bide jiyîn. Ez ji taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ji dayik bûm, ez hîn di temenekî biçûk de ji hunermendên kurd bi bandor dibûm û min li stranên wan guhdar dikir. Ji bo ku ez bigihêjim armanca xwe dayika min gelek piştgiriya min kir. Min li navenda Cemîl Horo ya çand û hunerê ya bajarê Helebê  roj bi roj xwe di aliyê deng û stranan de perwerde dikir û ez heta asteke baş hatim. Piştî perwerdeyan di şahiyan de min stran distirand, gel pir moral dida min û ez bi hêztir dibûm. Ez ê her li ser şopa çanda xwe bimeşim da ku bibim hunermendek bi nav û deng."
 
'Strana banga neteweyî gelek moral û hêz da min'
 
Yasmîn di domandina axaftina xwe de behsa stranên xwe kir û wiha got: "Piştî şerê li taxa Şêx Meqsûd bi dawî bû min stranek ser berxwedana Şêx Meqsûd çêkir. Her wiha ez beşdarî nava xebatên derbarê strana banga neteweyî jî bûm. Strana banga neteweyî gelek moral û hêz da min ku ez di riya doza xwe de bimeşim û bibim hunermenda Gelê Kurd. Armanca strana banga neteweyî ew e ku em yekbûna xwe ava bikin. Her wiha dema em distirînin di her straneke me de wateyek dagirtî û tijî heye."
 
'Huner bi destê jinê wateyek xweş dide jiyanê'
 
Yasmîn di nav axaftina xwe de balkişand ser girêdana jinê ya bi hunerê re û wiha pê de çû: "Beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê di nava civakê de şerm bû ku jin derkeve ser dikê û bistirînê, lê piştî şoreşa Rojava jinê mohra xwe li dîrokê da û di hemû xebatên wek siyasî, çandî, leşkerî û ragihandinê de cihê xwe girt. Ew sinorên ku civaka paşverû ji bo jinê diyar kiribû bi baweriyek mezin şikand û bû xwediyê vînek mezin. Huner bi dest û dengê jinê cuda ye û wateyek xweş dide jiyanê.  Baweriya min bi her jinek ji Rojavayê Kurdistanê heye ku tiştên herî xweş ji civaka xwe re pêşkêş bikin."