'Huner hêzê dide min'

  • 09:01 30 Gulan 2020
  • Çand û Huner
Nesrîn Hisen-Elmas Nayif
 
ŞENGAL - Jina bi navê Îlham Kalaş a ku ji Gundê Girzerikê ye û li Sinûnê dijî têkildarî wêneyên ku çêdike anî ziman ku ew gelekî ji hunerê hez dike û got:"Ez di wêneyên xwe de êşa civaka Êzidî xêz dikim. Ez bi hunera xwe êşa Êzidiyan radixînim ber çavan. Huner hêzê dide min."
 
Îlham Kalaş a 26 salî ye û bi eslê xwe ji Gundê Girzerika Şengalê ye niha li Sinûnê dijî û bi hunera xêzkirina wêneyan hestên xwe rave dike. Îlhamê da zanîn ku ew bi çêkirina wêneyan êş, hezkirin, bextewarî û gelek hestên din dide der û got:"Huner hêzê dide min."
 
'Ez bi xêzkirina tabloyan ji êşê re dibim bersiv'
 
Îlhamê da zanîn ku ew hem diçe dibistanê hem jî wêneyan xêz dike û wiha got:"Ez wêneyan li gor derfetên xwe yên heyî xêz dikim. Ez hem diçim dibistanê hem wêneyan xêz dikim. Alavên ji bo xêzkirina wêneyan jî buha ye. Di warê kirina wan jî gelek carî zehmetiyê dibînim. Di serdema şewbê de jî ez li mal mam û min wêne xêz kir. Niha ez li ser tabloyekê dixebitim. Ez di wê tabloyê de çîroka keçeke Êzidî ya ku ketiye destên çeteyên DAÎŞ'ê vedibêjim. Keça Êzidî li wir li hêviyê ye ku kesek wê rizgar bike. Ez bi xêzkirina tabloyan ji êşê re dibim bersiv. Tabloyên min bêtir li ser jinên Êzidî ne."
 
'Huner hêzê dide min'
 
Îlhamê bal kişand ser piştevaniya ji bo hunerê û wiha bi dawî kir:"Berî fermanê jî min wêne xêz dikirin lê ne ewqas. Kesekî ku di vê mijarê de ji min re pêşengiyê bikin jî tune bûn. Lê dîsa jî min hewil da ku bêtir xêz bikim. Piştî fermanê dema ez ji Şengalê derketim min dît ku gelek kes wêneyan xêz dike û min fam kir ku em karekî gelekî girîng dikin. Min jî biryar da ku hem biçim dibistanê hem wêneyan xêz bikim. Ez di wêneyên xwe de êşa civaka Êzidî xêz dikim. Ez bi hunera xwe êşa Êzidiyan radixînim ber çavan. Huner hêzê dide min.Tiştên di dil û fikrê mirov de ye bi rengên hunerê derdikevin pêş. Ez li mal niha gelekî bi dilekî xweş tabloyan çêdikim lê dema ku tablo tunebin nikarim çêbikim. Carinan pêdiviya mirov bi alîkariyê heye. Bila jin nesekinin, huner û afirîneriya xwe derxin pêş. Kesên ku dikarin alîkariya jinan a ji bo pêşketina hunerê bikin jî bila nesekinin. Piştevaniya ji bo hunerê gelekî girîng e. "