Belgefîlmê Siya Avê dikare ji ser întenetê bê temaşekirin

  • 13:33 26 Gulan 2020
  • Çand û Huner
ÊLIH - Belgefîlmê Siya Avê ku çîroka 2 jinên gundê wan di bin avê de maye vedibêje dikare ji ser întenetê bê temaşekirin
 
Belgefîlmê “Siya Avê” ku derhênêriya wî nûçegîhanê ajansa Mezopotamyayê Metîn Yoksû dike û çîroka 2 jinên gundê wan di bin ava Bendava Ilisûyê de ma ne vedibêje, li ser Înternetê jî ji xwegihandinê re vebû. Galaya belgefîlmê di 16’ê sibatê de li Êlihê hatibû kirin û li Sêrtê jî çend caran hatibû nîşandan. Piştî derketine vîrûsa koronayê, nîşandana belgefîlmê hatibû betalkirin. Belgefilmê Siya Avê dikar li ser vê lînkê bê temaşekirin.