Hîvaya 12 salî bi stranan hest û xemginiya xwe tîne ziman

  • 09:03 24 Gulan 2020
  • Çand û Huner
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Hîva Osman 12 salî ye û bi dengê xwe yê nazenîn hest û bêrîkirinên xwe bi rêya stranan tîne ziman. Hîvayê got: "Dema ku bavê min şehîd ket êş û xemgîniyeke mezin di dilê min de bi cih bû. Ev yek jî bandoreke mezin li stranên min kir. Lewra ez herî zêde stranên li ser şehîdan dibêjim û hestên xwe yên xemgîn û westiyayî derxînim." 
 
Ji bo ku zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rengekî azad û aram bijîn, bi hezaran dayik, bav, bira û xwîşk canê xwe feda kirin û niha jî feda dikin. Zarok da ku xemgînî, bêrîkirin û xeyalên xwe bi cih bînin ji xwe re gelek rê û rêbaz hilbijartin. Yek ji rêbazên herî navdar ku tê bi kar anîn, stranbêjiye. Muzîk û stran zimanê derbirînkirina hestên mirovane ku stranbêj bi rêya stranên xwe bûyer û hestên ku jiyaye pêşkêş dike û peyamên bi wate dişîne. 
 
Hîva Osman 12 salî ye û ji Kantona Girê Spî ye û heşt meh in ji ber dagirkirina bajar bi dayik û 3 birayên xwe re koçberî Kobanê bûne. Bavê Hîva yê di hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê di sala 2017'an de jiyana xwe ji dest da. Niha Hîva li pey xeyalên rizgarkirina bajarê xwe û pêşxistina dengê xwe ji bo ku bikaribe hestên bêrîkirinê ji bavê xwe re bîne ziman. 
 
'Malbata min dengê min keşf kirin'
 
Hîvayê di destpêka axaftina  xwe de behsa keşfbûyîna dengê xwe kir û got: "Dema ku ez heşt salîbûm malbata min behreya min ya stranbêjiyê keşfkirin. Yên ku herî zêde destek dan min û ji min re bûn hêza pêşketinê dayik û dapîra min bûn. Herî zêde min stran li dibistana xwe bi hevalên xwe re digot û me bi hev re perwerde didît, her wiha ez beşdarî hemû çalakiyên hunerî jî bûm. Li rex pêşxistina dengê xwe min xwendina xwe jî dikir."
 
'Şehadeta bavê min şêwazê stranên min guhert'
 
Hîvayê wiha bal kişand ser bavê xwe: "Herî zêde kêfa min ji stranên kurdî yên welatparêzî re dihat, loma min her tim bi rêya telefonê stran guhdar dikir û her tim distra da ku di hafîzeya min de bimînin. Dema ku bavê min şehîd ket êş û xemgîniyeke mezin xwe berda dilê min, ev yek jî bandoreke mezin li deronî û stranên min kir. Lewra jî ez herî zêde stranên li ser şehîdan dibêjim ji bo ku hestên xwe yên xemgîn û westiyayî derxînim."
 
'Em dengê xwe bi rêya xemgîniyê keşf dikin'
 
Hîvayê, diyar kir ku zarokên li vî welatî di rewşeke wiha de dijîn û got: "Zarok û dayik bi destên dijmin tên qetilkirin, zarokên me berovajî zarokên cîhanê behrên xwe bi rêya êş û xemgîniyan keşf dikin. Ji ber vê ez stranên ku dibêjim ji ber xwe û zarokên welatê xwe yên weke min dibêjim. Her wiha ez ji bo tevahî zarokan dibêjim ku hemû sînor û astengiyên li pêşiya xwe bişkînin û xwe keşf bikin."
 
'Yek ji xeyalên min rizgarbûyîna bajarê min e'
 
 Hîva Osman di dawiya axaftina xwe de xeyalên xwe anî ziman û got: "Şerê ku li Girê Spî qewimî bandoreke mezin li min kir ku min hemû hevalên xwe winda kir û ez demekê ji stran gotinê qûtbûm. Loma xeyalê min yê bingehîn ewe ku bajarê min Girê Spî ji dagirkeriya dewleta tirk rizgar bibe. Her wiha dengê min bighêje her kesî û li hestên wan bandor bike. Her wiha ez dengê xwe zêdetir pêş bixim û fêrî hemû amûrên mûzikê bibim."