Bala li ser hunerê di vê pêvajoyê de zêdetir bû

  • 09:03 22 Gulan 2020
  • Çand û Huner
AMED - Wênesaz Sevdet Acar û Eylem Bucak anîn ziman ku di vê pêvajoya pandemiyê de bala li ser hunerê zêdetir bû û diyar kirin ku ev pêvajo di pêşerojê de ji bo afirandina berhemên wek fîlm, çîrok û wêneyan wê bibe hêz.
 
Vîrûsa Koronayê ku yekemîn car li Çînê derket holê li cîhanê wek pandemî hat îlankirin. Di çarçoveya tevdîrên de civakan xwe xistin hundirên malên xwe. Ji vê pêvajoyê xebatên çand û hünere jî bi bandor bûn.  Konser, pêşengeh û pêşandan hatin betalkirin û hunermend bi qasî derfetên xwe di medyaya civakî de bi rêya online xwe digihînin hunerhezan. Wênesaz Sevdet Acar û Eylem Bucak li ser pêvajoyê û bandora wê ya li ser çand û hünere ji ajansa me re nirxandin kirin.
 
'Ev pêvajo di pêşerojê de wê bibe mijara hunerê'
 
Sevdet bal kişand ser şewba koronayê û anî ziman ku ligel qedexekirin derve kesên hepsî malê hatin kirin ji aliyê aborî û derûniyê de ji bo pêşerojên xwe bi fikar bûn û got: "Li gel van hemû fikaran dibe ku ji dûr ve temaşekirina derve li ser huner û hunermendan bandoreke erênî bike, afrîner bibin û wekî demên borî ev ‘mirina reş’. Neçariya li hemberê mirinê, şewqa jiyanê, wateya tenêtiyê, giredana bi xwezayê re û bêrîkirina mirovan di vê pêvajoyê de ji bo afirandina berhemên wek fîlm, çîrok û wêneyan wê bibe hêz."
 
'Hunermend xwe bi rêya online digihînin civakê'
 
Sevdet diyar kir ku teyîsandina pandemiyê di hunerê de ji xeynî vê pêvajoyê di pêşerojê de dê bibînin û wiha axivî: "Niha hemû kes di hewldana fêmkirina pêvajoyê de ne. Ji aliyekî de piraniya hunermendan di mal û atolyeyên xwe de hilberîna hûnerê berdewam dikin û ji aliyekî din jî bi qasî derfetên xwe alavên xwe ji bo motîvasyonê bi kar tînin. Bi pêşengehên online , pêşandana fîlman û konserên online qenciya hunerê li ser mirovan xuya dike. Tiştekî din jî heye ku huner fikrên azad dixwaze. Lê em çiqas dikarin qala azadiya civakê bikin ew jî ne gengaz e. Şert û mercên pêvajoya niha dibe ku li ser azadiyê me bide fikirandin û ji bo pêkanîna çareseriyê jî me bide fikirandin. ecibandina berheman pêş dixe û qedexekirina wan ji bo potansiyela mirovan asteng e."
 
'Kampanyayên ji bo hunerê têrî nakin'
 
Sevdet diyar kir ku kesên ku debara xwe bi hunerê çêdikin di vê pêvajoyê de nikarin berhemên xwe bigihînin hunerhezan re. Her wiha gihandina malzemeyên wêneyê, pirsgirêkên firotinê, kêmaniya madî ji bo hilberînê dijwarî tîne. Çiqas jî li ser medyaya civakî cûr bi cûr kampanya bidin destpêkirin jî lê mixabin ew têrî nake. Galerî, şano, sînema û çapxane hatin girtin. Divê kesên ku di van qadan de dixebitin fonên piştevaniyê çêkin ku em ji xweşikî û başbûna hunerê kêm nebin."
 
Sevdet wiha dawî li axaftina xwe anî anî: “Di vê pêvajoyê de divê em hemû fikarên xwe dayînin aliyek din û ji bo hunera xwe derfetan biafirînin. Em nehêlin tu kes afirandina me asteng bike."
 
'Wênesaz di vê pêvajoyê de pirsgirêkan najîn'
 
Eylem jî anî ziman ku ev pêvajo ji bo hunerê dikare firsendan biafirîne ûa wiha axivî: " Pêvajoya pandemiyê ji gelek aliyan de li ser me bandor kir. Me ji rutînên rojane dûr kir. Wênesaz ji atolyeyên xwe, şanoger ji holên xwe dûr ketin û çalekbûn ne wekî berê ye.  Lê dibe ku hunermendên demek dirêj e di malên xwe de ne ji bo afrîneriyê pirsgirêkan najîn. Derûniya hunermendan di vê pêvajoyê de xwe di berhemên wan de nîşan dide û dibe ku berhemên hîna serkeftî derkevin holê. Ji ber ku di van deman de ji bo fikirandin û nîgaşê bêhtir dem heye. Dema  ku ev pêvajo qediya van fikrên xwe li ser wêne, fîlm û pirtûkan wê nîşan bidin."
 
'Bala li ser hunerê zêdetir bû'
 
Eylemê diyar kir ku guherandina pergalan li ser wênesazan bandoreke neyînî pêk tîne û wiha got: "Wênesaz li her derê dikare huneran biafirîne, lê di hundirê malê de ji bo konsantrebûnê  dikarin pirsgirêkan bijîn. Ji ber vê yekê dibe ku wênesaz di vê pêvajoyê de ji xwe re qadeke eyar bikin û bi wî awayî xebatên xwe berdewam bin. Her wiha bala li ser hunerê di vê pêvajoyê de zêdetir bû. Belê, pêşengeh girtî ne lê wêne jî wekî her tiştan xwe li gorî pêvajoyê dike. Hunermend bi rêya online xwe digihînin civakê. Gelek muze, pêşengeh di vê pêvajoyê de bi rêya online hatin vekirin. Lê ev alternatîf dibe ku li ser hunerhezan bandorek zêde pêk nayîne."