'Min xwest taybetmendiyên jinê di tabloyên xwe de pêşkêş bikim'

  • 09:03 20 Gulan 2020
  • Çand û Huner
Roj Hozan
 
QAMIŞLO - Rawan Xelîl a ku ji zarokatiya xwe de karê wênesaziyê dike û bi taybet wêneyê jinan xêz dike, derbarê xebat û pîşeya xwe ya wênesaziyê de ev tişt got: "Xêzkirina rûyê jinê, nîşankirina heybeta wê, êşa wê, xweşikbûn û bedewiya wê  hemû rengên jiyanê ne. Min xwest taybetmendiyên jinê di tabloyên xwe de pêşkêş bikim û di nav de bijîm."
 
Bi jiyanê re mirov rastî gelek kesên xwedî nirx tê, hin ji wan mirovên  xwedî pîşe ne. Ji zaroktiya wan de  pîşe bi wan re dipejire û pê re jî bi ked û hestên xwe wê pîşeyê dewlemend dikin û mezin dikin. Jina ciwan a bi navê Rawan Xelîl a ji Qamişloyê, ji zaroktiya xwe de wênesaziyê dike û niha jî ev pîşe pê re mezin bûye. Rawan di tabloyên xwe de piranî destnîşanî  jin û biharê dike û girêdaneke xurt di navbera wan de bi hesten xwe ya nazik  çêdike û dixemilîne. Rawan di malekê de dijî ku hemû derdora wê şînkahî û bihar e bi dayika xwe re xemlê dide her cureyêkê ji wê malê û di nav de jî reng bi reng dike. Ji bo naskirina Rawan û pîşeya wê ya wênesaziyê li gel Rewan me xebatên wê şopand.
 
'Min xwest  taybetmendiyên jinê di tabloyên xwe de pêşkêş bikim'  
 
Rawan di destpêka gotina xwe de qala pîşeya xwe ya wênesaziyê dike û pêşketinên ku bi xwe re çêkirine wiha vegot: "Ez ji zaroktiya xwe de wêneyan xêz dikim.  Dibe ji aliyekî de pîşe jî bû, lê ya girîng çawa mirov vê pîşeyê pêş bixe. Di dibistanê de min pir bala mamosteyên xwe dikişand û di pêşengeha  dibistanê de her ez beşdar dibûm û tabloyên min dihatin hezkirin. Piştî ku ez mezin bûm min beşa îngilîzî di Zanîngeha Helebê de xwend û li wir jî ez beşdarî 2 pêşengehan bûm û weke keçeke kurd tabloyên min bi ser ket. Di sala 2014'an de êdî min berê pîşeya xwe da xweşikbûneke cuda û di tabloyan de min jin digirt dest. Min xwest taybetmendiyên jinê di tabloyên xwe de pêşkêş bikim û di nav de jî bijîm."
 
'Min xwest ez xwediya hestê xwe bim'
 
Di dewamiya gotinên xwe de Rawan bal kişand ser rêbazên xwe yên fêrbûna xêzkirina tabloyan û wiha dom kir: "Hin mirov hene dema dixwazin wênesaziyê fêr bibin  diçin li gel wênesazên pispor  xwe fêr dikin. Min xwest ez xwediya hestê xwe bim. Rast e gelek caran ez şaş dibûm, lê ez ji şaşîtiyên xwe fêr dibûm û bê navber min xeyalê xwe li ser tabloyê xêz dikir. Kesên ku li tabloyên min jî temaşe dikin jê hez dikin." 
 
'Ji rûkeniya dayika xwe min ji rûyê jinê hez kir'
 
Rawan bal kişand ser naveroka tabloyên xwe û taybetmendiyên her tabloyekê û wiha got: "Di nava tabloyên min de rûyê jinê pir balkêş e û di nav de jî girêdana bi xweza û biharê re heye. Ji rûkeniya dayika xwe min ji rûyê jinê hez kir. Xêzkirina rûyê jinê, derxistina heybeta wê, êşa wê, xweşikbûn û bedewiya wê  hemû rengên jiyanê ne û bi xwe re xweşikbûnê didin jiyana min.  Di tabloyeke min de min hin jin di nava reşiyê de xêz kirine û  li aliyê din jineke wisa  serê wê bi kulîlkan zindî dibe min xêz kir. Min xwest di vê tabloyê de aliyê ku jin di reşiyê de destnîşanî orf û edetên ku jiyana jinê reş kiriye bikim û li aliyê din min destnîşanî jina xwedî hêz a ku jiyanê zindî dike kiriye. Di tabloyên din de jî min bal kişandiye ser bedewiya jinê, tevgera wê, her wekî din jî gelek tabloyên min xweşikbûna demsala biharê vedibêje."
 
'Xebatê min ji civakê re zelal e'
 
Rawan di dawiyê de hêvî ji tevahî jinan kir ku xwedî li pîşeya xwe derkevin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Li Rojavayê Kurdistanê min derfet dît ku ez beşdarî pêşengehên wênesaziyê bibim û êdî xebatê min ji civaka min re zelal bû. Di 5 pêşengehan de beşdar bûm û min tê de jî xelat digirtin. Ez pir kêfxweş im bi xebatê xwe yê wênesaziya tabloyan.  Hêvîdar im hemû jin xwedî li pîşeyên xwe derkevin."