'Heke em kedê nedin em nagihêjin armanca xwe'

  • 09:02 15 Gulan 2020
  • Çand û Huner
AMED -  Gulçîn Şanli, bal kişand ser wergerê û diyar kir ku îro kes nikare bêje ji bo hînbûnê derfet nîne û got: "Her tişt li ber destê me ye. Pirtûk, ferheng, înternet ji bo hînbûna ziman û xwepêşxistinê li ber destê me ne. Em kedê nedin, em nagihêjin armanca xwe. Keda herî xweş jî xizmeta ji bo zimanê mirov e."
 
Werger; bi hebûna zimanan re bi awayê asayî derketîye holê û ji bo fêmkirin û têkilîya bi mirovan re hewcedarî bi wergerê çêbûye. Wekî em dizanin li cîhanê her tim têkilîyên mirovan bi neteweyên din ra çêbûne. Em dikarin bibêjin ku carna ji bo dan û standênê, ji bo kar û carna jî ji ber şer, mirovan gelek caran cîh û warê xwe guhertine û netewên din nas kirine. Bi wî awayî ji bo  kes ji zimanên hev fam bikin werger jî derketiye holê. Îro bi rêya wergerê mirov xwe digihînin her parçeyek li ser dine.
 
Bêguman di wêjeya kurdî de jî hewldana li ser wergerê heye. Lê belê wergera kurdî çiqasî profosyonel tê kirin? Tesîra ziman çiqas li ser wergeran dimîne? Gelo qîmeta wergerê tê dîtin? Her wiha wergera kurdî di çapemaniyê de çiqas serkeftî ye û herî dawî wervan çi dijwaritiyê dijîn…? Gulçîn Şanli edîtora me ya serwîsa kirimançkî ye û qala karê xwe û girîngiya wergerê kir. 
 
Gulçînê anî ziman ku kurd di zaroktiya xwe de bi wergerê re tên rû hev û wiha pê de çû: "Ger ku mirov ne serdestên zimanê din be nikare wergerek baş bike. Divê pêşî mirov li ser zimanê ku wergerê wî dike bi her hewayî xwedî hişmendî be. Ev  hem ji bo wergera gotinî hem jî ji bo ya nivîsîkî derbasdar e. Ger ku tu dîrok, çand, huner û ya herî girîng wêjeya wî zimanî nizanibî tu nikarî baş wergerînî. Helbet mirov nêkare metnekî ji sedî sed wek orjînalê wî werger bike.  Lê divê ji wateya xwe jî dûr nekeve.  Morovên ergerê dikin divê gramera her du zimanan jî bizanibin. Ji ber ku her ziman taybetmendîyek wan heye û qalibên wan cuda ne. Yanê em dikarin bêjin karê wergerê ne hêsan e û gelek ked û wext jê ra pêwiste. Em kurd ji xwe di zarokatiya xwe de bi wergerê re tên rû hev. Belkî ne wergerek profesyonel be lê ez dixwazim nimûneyek li ser wergera devkî bidim; kurdek ger tirkî nizanibe û biçe cihek fermî mecbûrî wergervanek dibe û ancax dikare bi vî awayî derdê xwe rave bike. Min jî di zarokatiya xwe de pirtûk dixwendin û paşê jî min ji dayîka xwe re wergera kirmanckî dikir. Yan jî helbestek xweş bûna min li gor dizanibû wergera wê dikir. Lê asta min ewqas ne baş bû. Helbet wê demê ewqas asta min baş nebû. Alîyek din jî ji bo wergerek baş bikî tenê zanabûna zimanê din têrê nake divê tu di serî de zimanê xwe baş bizanibî. Mînak; hîn bêwij hene lê zimanê ku tu wergerî wî  dikî têda tüne ne. Lazime ku mirov gotina cihê wê digire bi kar bîne ku dijberê wî digre bikarbîne û ji wateya wê dûr nexîne."
 
'Zimanê kurdî dewlemend e lê wergerek profesyonel nayê kirin'
 
Gulçînê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ji ber dewlemendiya zimanê kurdî karê wergerandina li kurdî hêsan e û wiha goit:"Kurdî di nav malbat  zimanên Hînt-Ewropî de cih digre û zimanê ku di wê malbatê de cîh digrin sentaks û fonetîka wan hema hema nêzî hev in. Zimanê ku mirov diaxive çiqas di alîyê peyvan da dewlemend be gava ku mirov wergerê lê bike ewqas hêsan dibe û kurdî jî zimanek dewlemend û qedîm e. Ev jî karê wergerwanê kurdî hêsan dike. Îro kurdek pir rehet dikare pirtûkeke îngîlîzî ku naveroka wê felsefe, zanist, dîrok, huner û hwd be gelek baş wergerê bike. Her hewayî çi dibe bila bibe kesê ku wergera ji bo kurdî dike divê zimanê kurdî û yê ku jê werger dike baş bizanibe.Kurdî gelek dewlemend e lê wergerek profesyonel ji bo kurdî nayê kirin. Sedema pêşî kurd bi zimanê xwe perwerde nedîne û xwe bi xwe perwerde kirine û her kes li gor serê xwe tevgerîyaye. Dîsîplînek xurt  û têkilî tüne ye. Derfetên hînbûnê gelek lê baldarî kêm e. daxwaza min ew e ku zimanzanên  me di vê mijarê de perwerdeyek bidin."
 
'Eger nûçeyek baş neyê fêm kirin baş nayê werger kirin'
 
Gulçînê bal kişand ser wergera çapemeniyê û destnîşan kir ku nûçe bi piranî li gorî hişmendiya zimanê tirkî tên wergerandin û wiha got: "Di Wergera çapemeniyê de kêmasî gelek in û di vê mijarê dê jî gelek rexne tên kirin. Kêmasîya mezîn ew e ku bi hişmendîya zimanê tirkî werger tê kirin. Em ji bo kirmanckî ji bo kurmancî vîya pir rehet dikarin bêjin. Car caran ez sê, çar caran dixwînim lê fam nakim. Ev tiştek gelek xirab e. Helbet hemû nûçe wiha nînin lê mirov nûçeyên ku bi hişmendîya tirkî hatine wergerandin dibîne û ji xwe ew nûçe xwe dide nîşandan. Eger nûçeyek baş neyê fêmkirin ew tê wateya ku baş nehatiye wergerkirin. Mînak ji bo zaravayên kurdî kurmancî û kirmanckî dibêjin ji sedî heştê nêzî hev in lê dîsa hin qalibên wan ji hev cuda ne. Dema ku metnek wergerî kurdî bê kirin divê bîhna kurdî jê wer e."
 
'Ger ku em ked nedin, nagihêjin armanca xwe' 
 
Gulçînê di dawiya axaftina xwe de li ser dijwarîyên wergerê jî wiha got:"Gava ku min nû dest pê kir, min nûçeyên tirkî wergerî kirmançkî dikirin. Lê min gelek zahmetî dikêşandin. Sentaksa kurdî û tirkî ji hev gelek cuda ne û gelek wextê min digirt. Paşê min ji kurmancî werger kirin û ji min ra hîna rehet hat. Ez di alîyê rêziman de zehmetî dikşînim. Min perwerdeyîya kirmanckî negirtîye û ji bo wê jî kêmasî hene. Lê hewldana min a xwe pêş bixim jî heye. Îro roj em nikarin bêjin ji bo hînbûnê derfet tune ne. Her tişt li ber destê me ye. Pirtûk, ferheng, înternet ji bo hînbûna ziman û xwepêşxistinê li ber destê me ne. Em kedê nedin, em nagihêjin armanca xwe. Keda herî xweş jî xizmeta ji bo zimanê mirov e."