‘Ev cejin ji bo parastina zimanê kurdî ye’

  • 09:01 15 Gulan 2020
  • Çand û Huner
Medya Uren
 
AMED -  Roja weşana Kovara Hewar a ku cara yekem bi zimanê kurdî û tîpên latînî hatiye weşandin weke cejna zimanê kurdî tê pîroz kirin. Têkildarê girîngiya rojê mamosteyên MED-DER ê Ji ajansa me re axivîn û wiha gotin: “Ev cejin ji bo parastin û girîngiya ziman tê pîrozkirin. Lewra hezar salin  li ser ziman û çanda kurdî êriş û polîtîkayên asîmlasyonê tên meşandin. Divê di rojek wisa de em bikevin ferqa girîngiya ziman û hinek li xwe vegerin.”
 
Kovara Hawarê 15’ê Gulanê di sala 1932’yan ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve li Sûrryeyê li bajarê Şamê  hatiye weşandin. Roja weşana kovara ku ji zimanê kurdî û tîpên latînî re pêşenktî kiriye weke cejna ziman di 15’ê Gulana 2006’an de hat îlankirin. Ev roj wekî cejn ji  15’ê Gulana 2006’an vir ve ji aliyê kurdan ve tê pîroz kirin. Mamusteyên  Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) bi wesîleya cejna zimanê kurdî ji ajansa me re axivîn û gotin ku ew hevî dikin ev cejin bibe wesîleya pêşxistin û pêşvebirina zimanên kurdî.
 
‘Divê ziman tim zindî bimîn e’
 
Hevseroka MED-DER’ê Mîne Karakaş di destêkê de cejna zimanê kurdî li hemû kurdan pîroz kir û  li ser girîngiya rojê ev gotin parve kirin: “Ev cejin ji bo xwedîderketina li ziman tê pîroz kirin. Lewra hezar salin  li ser ziman û çanda kurdî êriş û polîtîkayên asîmlasyonê tên meşandin. Divê di rojek wisa de em bikevin ferqa girîngiya ziman û hinek li xwe vegerin. Ka nasnameya me çi ye û em ji bo çi têdikoşin. Divê em vê rojê bikin roja xwedîderketina li ziman û çanda kurdî. Lê divê ev xwedî lê derketin herdem be. Ji bo civak tune nebe divê ziman tim zindî bimîn e. Ev erka hemû ferdên civakê ye. Divê di mijarek wisa de em li berjewendiyên xwe û yên civakê bifikirin. Li dijî vê wê lewazketina ziman bibe sedema lewazbûna têkiliyên me ji. Ew ê bi xwe re têkçunek mezin ji bide jiyîn. Divê ji pêşxistina ziman re partiyên sîyasî pêşenktiyê bikin. Em hêvîdarin ku ev roj bibe sedema şiyarbûnê.”
 
‘Divê em bibin layiqê keda pêşiyên xwe’
 
Mamosteya MED-DER’ê  Remzîye Oncel j îcejna zimanê kurdî li hemû kurdan pîroz kir û wiha qala girîngiya rojê kir: “ Ev roj mîrasa Celaded Elî Bedirxan e ji me re. Divê em bibin layiqê keda pêşiyên xwe. Kurd timî rastî êriş û astengiyan tên. Lê ji bo fêrbûn û pêşvebirinê divê tu hincetên me nebin. Me beriya niha KURDÎ-DER vekiribû û li wir me perwerdeya ziman dida. Eleqeyek mezin ya kurdan jê re hebû. Hikumeta ku ev yek dît bi KHK yê KURDÎ-DER girt. Bi sedan komeleyên ku di xizmeta çand û zimanê kurdî de bûn bi êrîşan re rûbirû man.  Di demên borî de ji kurdî nedihat qebûlkirin û ev êriş jî berdewamiya wê ne. Divê em hikumetê û xwe nas nbikin wisa tevbigerin. Li şuna ku em bertek nîşanî vê helwesta hikûmetê bidin emterka zimanê xwe dikin. Ger êriş hebin ji divê têkoşîna me qet neqede.”
 
‘Her malek dibistanek e’
 
Remziyeyê got her malek dibistanek e û wiha berdewam kir: “Dibistanên bi zimanê zikmakî mafê herkesi ne. Lewra ev maf ji zarokên me tê stendin. Ji ber wê divê em mala xwe  ji wan re bikin dibistan û nehêlin ew ji nasnameya xwe dur bikevin. Divê em ziman fêrî wan bikin û bi wan re bi kurdî biaxivin. Ji bo ku çanda kurdî fêr bibin ji wan re çîrok, metelok, destanan  bi kurdî bêjin. Ev ê di hêla pêşketina hişmendî de ji ji wan re bibe alîkar. Lê divê em ji bo perwerdeya zimanê kurdî ji têkoşînê bidin. Ji ber ku di malê de pêşketin sînrodar e. Bi teybetî ez dixwazim balê bikişînim ser nivîskaran û hunermendan. Divê hemû bi yek destî ji bo parastina ziman xebatên xwe bidin meşandin. Bila di aliyê naverokê de bêhtir lê kur binin û ji ziman re mîrasek bi nirx bihêlin.”