Evîndar Kurdistan: Helbest civakê ronî dike û rih dide hestên civakê yên mirî

  • 09:10 14 Gulan 2020
  • Çand û Huner
Roza Metîna
 
AMED - Helbestkar Evîndar Kurdistan diyar kir ku helbest qêrînîya bêdengiya dil, serhildana hîs û peyvên negotî, sirûda hevpar a xem û xweşiyê ye û wiha got:"Bi taybet li ser me kurdan, cihekî cuda û bandoreke mezin a helbestê heye. Em kurd li gor gelê cîhanê hinekî din helbestî ne. Ji ber bedewî û bindestiya welatê xwe, her kurdeke xwenas helbesteke xwe heye. Mînak gelek kal û pîrên me yên xwendin û nivîsandina wan jî tune ne, bandora helbestê li ser wan gelek zêde ye û bi rengekî helbestkarî vegotinên wan mirov dikare bibîne."
 
Evîndar Kurdistan a ku ji gundê Navçeya Farqînê ya Amedê ye bi pirtûka xwe ya helbestê ya yekem a bi navê 'Evînîstan' gaveke girîng avêt nafa refên dildarên Zimanê Kurdî. Evîndarê ya ku di heman demê de ji çavên xwe astengdar e û di zarokatiya xwe de ji gundê xwe hatiye koçkirin tevî vê yekê tu carî dev ji têkoşîna xwe ya ji bo xizmeta zimanê dayikê berneda. Evîndarê derbarê pirtûka xwe ya helbestê ya yekem a bi navê 'Evînîstan' de nêrînên xwe bi me re parve kir. Evîndarê got:"Min 2 salên destpêkê bi tirkî hestên xwe dinivîsand, dikarim bibêjim hindik mabû bi ber pêlên asimilasyonê bikevim. Lê xwe bi siûd hîs dikim ku bala min zû kêşiya ser Kurdî. Dewlemendî û berfirehiya zimanê min ê dayikê, hişt ku ez bi rengekî aşiqane dest bi xwendin û nivîsîna zimanê xwe bikim. Ez gihîştim wê baweriyê ku kesek ji ziman û çanda xwe dûr bikeve, ew ji xwebûyîn û hebûna xwe jî bi qasê ezman û erdê dûrî hev dikeve. Tu bi kîja zimanî binivîsînî, bêguman tu xizmeta wî zimanî dikî."
 
'Min çarîna pêşîn di nameyê de nivîsand'
 
Evîndarê di destpêkê de behsa çîroka xwe ya nivîsandinê kir û wiha got:"Li ser xwe min êrîşên dijwar û bêrihm, ên jiyanê hîs dikirin. Emrê min biçûk, hesret û xemên min hinek mezin bûn. Hestîyarî xwezayî bû. Ya din jî pênûs û lênûsk timî di destên min de bûn. Carna name, carna jîyînên rojane û carna jî gotinên stranên min jê hez dikirin min dinivîsî. Jixwe helbest di xeyalên min de jî tune bû. Min biryara nivîsandina nameyekê dabû û min xwestibû ez wê nameyê gelek bi rêk û pêk, bi gotinên xweş bixemilînim, lewra min çarîna pêşî di wê nameyê de wisa  nivîsî."
 
'Min helbesta ewil ji bo kekê xwe nivîsand'
 
Evîndarê diyar kir ku wê helbesta yekem ji bo birayê xwe Dildar nivîsandiye û wiha dewam kir:"Min bi navê Name bi zimanê tirkî helbesta ewil ji bo kekê xwe Dildar nivîsand. Çarîneke pir kurt lê bi hestên di bin dagirkerîya hesret, bêrîkirin û xeyalên zarokane de, di 12'ê Hezîrana 2005'an de ji hezkirina kekê xwe min nivîsand. Ez li Êlihê, kekê min li gund dima. Ji bo em zarok bûn telefonên me tûnebûn, loma me bi qasî 2 salan hema bêje her roj name ji hev re bi rê dikirin. Ji bo kekê min ji helbestê hez dikir, bi min jî pir şêrîn dihat. Loma min bi tenê tîpek jî neguherî û ew wergerand Kurdî."
 
'Divê tu zimanê helbetê, helbest jî zimanê te baş fam bike'
 
Evîndarê bi lêv kir ku ji bo wê helbest qêrîniya bêdengiyê pênase dike û wiha dewam kir:"Helbest li gor min qêrînîya bêdengiya dil, serhildana hîs û peyvên negotî û sirûda hevpar a xem û xweşiyê ye. Çemê ronîyê ye ku tu li qiraxa wê hemû hest û bîrên xwe di kûrahiya wê  de bikarî xweşik bişo. Helbest dost e. Divê tu zimanê helbestê, helbest jî zimanê te baş fam bike. Helbesta, te ew bi zanabûn û zimanê xwe ava nekir, divê tu jê şerm bikî û lêborîna xwe di her tîp û peyvê de jê bixwazî. Lewra rih çoleke zûha be, helbest şilî û baran e."
 
'Heke wêje dareke fêkiyan be, helbest reh û koka wê ye'
 
Evîndarê bal kişand ser girîngiya helbestê ya ji bo wêjeyê û wiha got:"Heke wêje dareke fêkiyan be, helbest reh û koka wê ye. Tu wexta helbestekê dinivîsînî, tu wisa hîs dikî ku darfêkiyek li baxçeyê jiyana te dikemile. Tu wisa bawer dikî te ref bi ref keriyên hestên xwe azad firandiye. Jixwe helbest divê bi rih û hêstên serbixwe bê honandin. Helbest hêza wê ya di bendekê de romanekê vebêje heye. Lê xwediyê her helbestê nikare xwe bigihîjîne wê hêzê û rihê helbestê. Nîjada helbestvan çi be, zimanê wî jî ew e. Lê zimanê dilê helbestkar helbest e. Ji ber wê jî divê helbest bi zimanê dayikê û hestên ji dil be."
 
'Helbest civakê xweşik û ronî dike, rih dide hestên civakê yên mirî'
 
Evîndarê di heman demê de bal kişand ser bandora helbestê ya li ser civakê û wiha dewam kir:"Bi taybet li ser me kurdan, cihekî cuda û bandoreke mezin a helbestê heye. Em kurd li gor gelê cîhanê hinekî din helbestî ne. Ji ber bedewî û bindestiya welatê xwe, her kurdeke xwenas helbesteke xwe heye. Mînak gelek kal û pîrên me yên xwendin û nivîsandina wan jî tune ne, bandora helbestê li ser wan gelek zêde ye û bi rengekî helbestkarî û vegotinên wan mirov dikare bibîne. Helbest yek ji hêmana herî girîng e ku civakê ji aliyê zanistê ve jî pêş dixe. Helbest civakê xweşik û ronî dike û ruh dide hestên civakê yên mirî. Loma helbest di nava her civakê de cihekî taybet digire."
 
'Helbestkarên Kurd ên klasîk di her peyvekê de mîrateyek ji gelê kurd re hiştin'
 
Evîndarê behsa girîngiya helbestkarên klasîk ên kurd kir û wiha dewam kir:"Gava em behsa helbest û helbestkarên kurd bikin, bêguman ne gengaz e fîlozofên wekî Seydayê Xanî, Feqîyê Teyran, Meleyê Bateyî û hwd. neyên bîra meriv. Helbestkarên Kurd ên klasîk di her peyvekê de mîrateyek ji gelê kurd re hiştin. Min bi qasî derfetan  helbesta kilasîk, xwend, bandoreke erênî ser min çêbû. Lê helbestvanên niha ku ez wan dixwînim yên helbesta nûjen in. Û ez zêdetir hest û hizirînên wan dixwînim û sûdê jê digirim."
 
'Rola jinê ya di nava wejejê de ji bo pêşketina civakê û zanistê gelekî girîng e'
 
Evîndarê anî ziman ku di wêjeyê de jin xwedî roleke taybet e û wiha dewam kir:"Bi ya min jin û wêje ji hev ne cuda ne. Ji keda xwe heta bedewîya xwe jin wêje ye. Loma jin dikare ne bi tenê bibe mijara helbest û çîrokan, ew dikare helbesta xwe bi xwe biafirîne û  binivîse û strana xwe bi dengê xwe biqîre. Jin dikare qada wêjeyê bi hestên xwe yên xweşik bixemilîne. Û jin pêwîst e xwe berpirsyara rola xwe bibîne û qada wêjeyê jî wergerîne şûna ked û serkeftina xwe. Rola jinê ya di nava wejejê de ji bo pêşketina civakê û zanistê gelekî girîng e."
 
'Tu bi kîja zimanî binivîsînî, bêguman tu xizmeta wî zimanî dikî'
 
Evîndarê bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê û wiha dewam kir:"Min 2 salên destpêkê bi tirkî hestên xwe dinivîsand, dikarim bibêjim hindik mabû bi ber pêlên asimilasyonê bikevim. Lê xwe bi siûd hîs dikim ku bala min zû kêşiya ser Kurdî. Dewlemendî û berfirehiya zimanê min ê dayikê, hişt ku ez bi rengekî aşiqane dest bi xwendin û nivîsîna zimanê xwe bikim. Ez gihîştim wê baweriyê ku kesek ji ziman û çanda xwe dûr bikeve, ew ji xwebûyîn û hebûna xwe jî bi qasê ezman û erdê dûrî hev dikeve. Tu bi kîja zimanî binivîsînî, bêguman tu xizmeta wî zimanî dikî. Tu dibî nûnereke wî zimanî. Gelek nivîskar û rewşenbîrên me hene, bi kurdî qet nanivîsin û naaxivin jî, lê îddia dikin ku ew parêzvanên zimanê Kurdî ne. Ev jî rewşeke xirab derdixîne holê mixabin. Ji bo nivîskarên me yên bi kurdî dinivisînin û pirtûkên kurdî didin çapkirin jî, divê em kurdî ne bi tenê ji bo nivîsînê bi kar bînin, bi zarok û malbatên xwe re û li hemû qadên jiyanê divê em baş bi kar bînin. Pêwîst e nivîskar ji bîr neke ku, helbesta ew ê bi zimanê xwe  ava bike ew xwediyê wê ye. Û
helbesta ew bi zimanê kê binivîsîne ew xwediyê wê helbestê ye . Bi vê zanebûnê em girîngiya ziman dikarin mezintir jî binirxînin."
 
'Ji bo dewlemendiya zimanê me winda nebe hewildanên mezin pêwist in'
 
Evîndarê bi lêv kir ku ew di heman demê de çîrokên herêma xwe jî dide hevdu û wiha dewam kir:"Xebateke min a berhevkirina çîrokên herêma xwe jî heye û yên forma helbestê jî didimê hene. Romaneke ku ez û mamosteyê xwe Dildar hevpar li ser dixebitin heye. Her wiha helbestên ku me berê nivîsîbûn hewl didim yek bi yek ji ber çavan derbas bikim û siberojê wekî pirtûkekê çap bikim. Derveyî wê ez difikirim ji bo wenda nebin hemû peyvên devoka Farqînê, bi qasî min bihîstine û li gor derfetan lêkolîn bikim û nehêlim winda bibin. Ji bo dewlemendiya zimanê me winda nebe hewildanên mezin pêwist in."
 
'Ji bo pêşketina wêjeyê divê mirov haya wan hem ji wêjeya wan  hem jî ji ya cîhanê hebe'
 
Evîndarê diyar kir ku ji bo pêşketina wêjeyê divê hay ji wêjeya cîhanê jî hebe û wiha bi dawî kir:"Helbestkar an jî nivîskarên cîhanê  yên min xwendine,  Fiyoder Dostoyevski, Victor Hugo, Xalit Huseyînî û her wiha gelek navên din jî min xwendine. Bi bandoreke erênî re, min ji wêje û zimanê xwe bêhtir hez kir.  Û ez ketim nav hewldanê ku ez bikarim li gor derfetan nivîskarên me kurdan yek bi yek nas bikim û bixwînim.  Ji ber mirov ku hestên di mêjiyê xwe de nexwîne, nikare hizrê kesên din bixwîne û fam bike û wateyê bidê. Ji bo pêşketina wêjeyê divê mirov haya wan hem ji wêjeya wan hem jî ji ya cîhanê hebe."