Ma Muzîk li ser medyaya civakî konserek da

  • 17:24 13 Gulan 2020
  • Çand û Huner
AMED - Di çarçoveya bernameya pîrozbahiya Cejna Zimanê Kurdî de Ma Muzîk li ser medyaya civakî konserek da. 
 
Tora Ziman û Çanda Kurdî bernameya xwe ya ji bo 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ya di navbera 13 û 17’ê Gulanê de parve kiri bû, konserek da. Konser ji hêla Koma Ma Muzîkê ve li ser hesabên medya civakî hat dayîn. 
 
Bi pêşengiya Tora Ziman û Çanda Kurdî û hevkariya gelek saziyên kurdî ji bo Cejna Zimanê Kurdî, ji ber vîrûsa koronayê bernameyên bi rengî tên lidarxistin. Konsera îro destpêka 5 roja bû. Her her roj wê li ser hesabên saziyekê bername bên çêkirin. 
 
Îşev di çarçoveya bernameya Tora Ziman û Çanda Kurdî de hevpeyvîn heye. Dê mijara Jiyan û Berhemên Baba Tahirê Hemedanî bê nîqaşkirin. Hevpeyvîn dê saet 21.00'an de li ser hesabê Instagramê yê Tora Ziman û Çanda Kurdî bê weşandin