Hejmara jineolojiyê ya nû derket

  • 14:21 12 Gulan 2020
  • Çand û Huner
STENBOL - 17’emîn hejmara kovara Jîneolojiyê ya zanist û bîrdoziyê derket. Ji ber vîrûsa koronayê wê hemû rûpelên kovarê di înternetê de bên parvekirin. 
 
17’emîn hejmara kovara Jîneolojiyê ya zanist û bîrdoziyê derket. Di hejmara 17’emîn a kovarê ya 3 mehin Nîsan-Gulan-Hezarînê de dosyeya “Sedsala 21: Sedsala Jinê yê” hatdayîn. Hat ragihandin ku ji ber şewba vîrûsa koronayê wê hemû rûpelên kovarê di înternetê de bên weşandin. 
 
Kovar wê li ser adresa jineolojidergisi.com bê parvekirin û hemû kes dikarin li ser vê adresê xwe bigihînin naveroka kovarê.