Hunermendên jin ji bo Hozan Mizgîn stranek çêkirin

  • 16:49 11 Gulan 2020
  • Çand û Huner
AMED - Hunermendên jin bi ser navê Komîna Tevna Jinê ji bo hunermenda nemir Hozan Mizgîn stranek çêkirin û wê bibîranîn. 
 
Ji bo biranîna Gurbet Aydin (Hozan Mîzgîn), hunermendên jin bi ser navê Komîna Tevna Jinan stranek amadekirin û hunermenda nemir bibîr anîn. Devrîm Demîr di nava komînê de cih digire diyar kir ku ji bo biranîna Hozan Mizgîn stranek çêkirine.
 
Devrîm, destnîşan kir ku Hozan Mizgîn bi sekn, berxwedêrî, dilnizmî, jêhatîbûn û çelengiya xwe di dilê welatiyan de cihekî taybet girtiye û got: "Bi sekna xwe û tevgera xwe ji hemû hezkiriyên xwe re bûye mînak. Dergûş bi navê wê hatine hejandin, zarok bi navê wê hatine mijandin. Mirovên ku Hozan Mizgîn di jiyana wan re derbas bûye qala wê dikin, çavê wan li dûr dinerin, dengê wan diguhere, bi hestên helbestî wê vedibêjin. Di her hevokeke xwe de hezkirin û rêzdariya xwe pêşkêş dikin."
 
'Hozan Mizgîn mirateyek ji hunermendên jin re hiştiye'
 
Devrîm, da zanîn ku heke li Kurdistanê ger ku qala huner û hunermendên şoreşger bikin divê Mizgîn mînak nîşan bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hozan Mizgîn Nexşeriya jina hunermend a kurd û şoreşger e. Wê mirateyeke bê hempa ji bo jina kurd a hunermenda kurd re hiştiye. Divê baş bê fêmkirin û ked û xeta wê xwedî bê derketin. Bi minasebeta salvegera şehadeta wê em careke din bi rêzdarî wê bibîr tînin û vê stranê diyarî wê dikin."