‘Em dixwazin êş û berxwedana Serêkaniyê ji cîhanê re vebêjin’

  • 09:14 10 Gulan 2020
  • Çand û Huner
 
HESEKÊ - Stran  û hest û êşa nava mirov derdixin holê.  Zarokên Kampa Waşûkanî jî bi perwerdekirin û fêrbûna stranan roja xwe derbas dikin. Nêvîn û Ahîn ên ji Serêkaniyê dibêjin: “Em dixwazin cîhan dengê me bibhîze û bi êşa gelê me zanibe.”
 
Şer bandoreke mezin li ser zarokên Rojava kir û nehişt ku zarok kêliyên xwe yên zaroktiyê bijîn. Li Rojava zarok ji temenê xwe mezintir xuya dikin, ji ber ku bûn şahidê şer, koçberî, revandin, qetilkirin û topbaranê. Du zarokên 12 salî ên ku ji 6 mehan zêdetire ji navçeya Zirganê ji ber êrîş û topbarana artêşa tirk a dagirker li ser Serêkaniyê koç kirine û  niha li Kampa Waşûkanî dimînin, fêrî  stranan tên kirin. Di her kampekê de bi sedan zarok hene  û di dilê her zarokî/ê de çîrokek heye.  Di gera me ya di nava kampê de em rastî du zarokên keç nazik, rûken bi hêvî ku di heman demê de xemgînî jî ji çavên wan dibariyan hatin. Her du zarok bi hev re fêrî stranan dibin û hev perwerde jî dikin.
 
'Stran hunera zindî ya jiyanê ye'
 
Nêvîn Xabûr a 12 salî ku ji baweriya êzidî ye û ji gundê Serêkaniyê ye, derbarê fêrbûna xwe ya stranan de wiha dibêje: "Ev bûye 5 sal ku ez stranan dibêjim. Li vir ez hevalên xwe yên kampê jî fêrî stranan dikim.  Ji bo ku em bi hev re di warê stran û hûnera kurdî de pêş bikevin. Stranên min piranî girêdayî şoreşa Rojava û şehîdan e. Di her stranek min de nameyek heye. Stran û huner dewa ku mirov li hember wan bi daxwaz tevbigere mirov  wê ewqas zû fêr bibe. Dema ku zarokan fêr dikim hinekî şerm dikin.  Ez hewl didim ku şerma van zarokan veguherînim hêz û geşbûnê."
 
'Ne tenê  stranên kurdî, bi erebî û îngilîzî jî distirênim'
 
Nêvînê diyar kir ku ew bi 3 zimanan stranan dibêje û wiha pêl da gotina xwe: "Min bi kurdî û erebî distirand, lê min xwest ku kesên li derve jî dijîn êşa ku em dikşînin û berxwedana ku em didin fêm bikin. Ji bo wê min bi zimanê îngilîzî jî strand. Armanca min  ew e ku dengê min li tevahî cîhanê belav bibe. Stranên  min ên îngilîzî berxwedana me ya Serêkaniyê, windakirina zaroktiya me û dûrketina  ji hevalên min vedibêje."
 
‘Em ê vegerin, ji nû ve bikenin û  rih bidin kolanên Serêkaniyê’
 
Zaroka  bi navê Ahîn Mehmûd jî balkişand ser hastên xwe yên  dengbêjiyê, vegera ser axa xwe û wiha got:"Daxwaza min û hemû zarokan vegera war û fêrbûna zimanê dayikê ye. Çiqas dagirker rê li ber me bigrin, em ê vegerin û dîsa kolanên Serêkaniyê wê  bi ken û lîstikên me zindî bibi. Ez strana ‘Em ê biçin heval’  diyarî hemû şehîdên azadiyê dikim. Di aliyê dengê de zehmetiyan dikşînim, lê ez û hevala xwe Nêvîn rojane xwe perwerde dikin. Ya ku herî zêde piştgiriya min jî dike hevala min Nêvîn e. Em bi hêvî ne ku di pêşerojê de em bibin dengbêjin mezin."