Eleonore Fourniau: Zimanên bindest bala min dikşînin

  • 09:02 9 Gulan 2020
  • Çand û Huner
AMED - Hunermenda fransî Eleonore Fourniau ku bi mûzîka kurdî mijûl e di demên dawîn de bi hunera xwe bala gelek kurdan dikişine ser xwe. Eleonore Fourniau diyar kir ku mûzîka  kurdî ew hestiyar kiriye û wiha got:"Muzîka kurdî min gelek hestiyar kir. Ji ber ku ev muzîk wekî xezineyekê ye û wateyên di sitranan de gelek kûr in."
 
Eléonore Fourniau, di sala 1987'an de li Fransayê hatiye dinê. Dê û bavê wê lêkolînerên li ser Asyaya Navîn in û bi wî awayî bala Eleonora jî çûye ser çand û dîroka van gelan û bi taybetî jî Gelê Kurd bala we kişandiye.  Eleonore, di temenê piçûk de perwerdeya dersên piyano û mûzîka klasîk dîtiye. 3 salan li Ozbekîstanê jiyaye û bi wî awayî zimanê rûsî fêr bûye û di sala 2010'an de li zaningeha Fransayê bi zimanê rûsî beşa dîroknasiyê qedandiye. Piştre di eynî salê de derbasî Tirkiyeyê bûye û 6 salan jî li wê ma ye. Eleonore ku tevlî gelek konser û mîhrîcanan bûye bi amûra hurdy-gurdy mûzika kurdî çêdike. 
 
'Mûzîk xeyala min bû'
 
Eleonore Fourniau anî ziman ku eşqa wê ya muzîkê ji zaroktiyê tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: " Min di temenê piçûk de dest bi piyanoyê kir û fêrî mûzîka klasîk bûm. Lê min li zanîngeha Fransayê bi zimanê Rûsî beşa dîrokê xwend. Ji ber ku dîroknas îji malbata min tê. Dê, bav, bapîr û darpîra min jî dîroknas in û dibe ku wan jî bandor li ser min kiribe. Dema ez ji zaningehê mezûn bûm êdî ji bo mamostetiya dîroknasiyê pêşiya min vebû. Lê belê hertim di bin hişê min de daxwaza mûzîkê hebû û min biryar da ku li pey xeyalên xwe biçim. Bi wî awayî ez di sala 2010'an de bi tena serê xwe çûm Stenbolê. Ez wek xwendekara mêvan çûm Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê( ÎTU) beşa mûzîkê ya konservatuarê. Min du sal û nîvan li wir xwend.”
 
Eleonore di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku dema ew li  ÎTU’yê bûye li  beşa dengdayînê, piraniya xwendekaran ciwanên kurd bûn û di dirêjiya axaftina xwe de wiha got:” Li korîdorên zaningehê denge stranên xwendekarên kurd dihat û ez ji van stranan gelek bi bandor dibûm. Wan bala min kişand û ez hinekî ji wan hîn bûm.  Piştre me di sala 2014'an de bi navê 'Esman' komek ava kir. Wê komê bala herkesi kişand ser xwe û me ji bo xebatên kurdî gelek ked da. Her wiha li wê jineke din a firanszi jî wekî min hebû. Wê jî ji Dengbêj Xalîde ders digirt. Min wê deme peyva dengbêjiyê nûh bihîst û ez matmayî mabûm. Piştre ez ketim pey Dengbej Xalîde û min ji wê dersên li ser meqam, qirik û deng girtin."
 
'Zimanên bindest bala min dikşînin'
 
Eleonore diyar kir ku zimanên bindest bala wê dikşînin û wiha pê de çû: "Zimanê malbata min di rastiyê de ne fransî ye. Di serî de li başûrê Fransayê bi zimanê Oksîtanî axivîne. Lê mixabin niha nayê axaftin. Bi taybetî bavê min di vê mijarê de gelek hesas e. Dema em zarok bûn hertim ji me re wiha digot, ‘Her ku diçe zimanê me winda dibe, em êdî asîmîle dibin’. Ji bo ku em zimanê xwe ji bîr nekin dersên Oksîtanî didan me. Her wiha hê jî diçe gundên başûrê Fransayê bi pîr û kalan re diaxive û hin tiştan qeyd dike. Dibe ku ez di bin bandora bavê xwe de mam loma zimanên ku di xetereya tunebûnê de ne bala min dikşînin. Ji ber vê yekê girêdaneke min a hestiyar di navbera min û zimanê kurdî de jî çêbû. Bi taybetî jî di demên dawîn de zêdetir stranên kurdî dibêjim. Ji ber ku wateyên wan kûr in. Ne tenê di warê mûzîkê de, ji aliyê civakî, polîtîk û çandî de jî ev ziman dewlemend e ."
 
'Zimanê kurdî wekî xezineyekê ye divê lê xwedî were derketin'
 
Eleonore destnîşan kir ku heger kurd xwedî zimanê xwe dernekevin dê windabûniya zimanê xwe temaşe bikin û wiha got: "Rewşa Tirkiyeyê niha dişibe rewşa Fransaya sed sal berê. Ewilî li ser erdên Fransayê gelek ziman hebûn ku dihata axaftin. Lê mixabin niha tenê zimanê fransî tê axaftin. Ji ber vê dibêjim ku heger Kurd xwedî li zimanê xwe dernekevin. Rewşa wan jî dikare bişibe rewşa me. Ji ber ku aliyê zimanê de pasîf tevdigerin. Niha malbatên kurd zarokên xwe re Kurdî naaxivin. Dibêjin jixwe wê fêr bibe an jî ji ber nerîna zimanê kurdî pere nake hewcedariya perwerdeya zimanê nabînin. Beravajî pir zimaniyê wekî astengî dibînin. Ez dibînim ku zimanê kurdî wekî xezineyek mezin e lê mixabin kurd vê tiştê nabînin. Ji ber van sedeman heke zimanê kurdî pêşerojê de winda nebe divê ev berpirsiyariyê wergirin. Divê mirov di hişmendiya eslê xwe hebe û bizanibe ji ku hatiye.
 
Belê em wisa dibêjin lê helbet gotin ji bo wan têrî nake. Divê saziyên ji bo zimanên bên avakirin. Her wiha em dizanin ku li wir li ser zimanê kurdî zext û zordarî jî heye. Lê divê wisa nebe ji bo kurdî dibistan û perwerdeya zimanê zikmakî pêwist e. Mînak li Fransayê belê ziman winda bûn lê ji bo zimanan dibistan nehatiye qedexekirin. Hin malbat ji bo zarokên xwe ku fêrî ziman bin wan dişînin zarokxaneyê. Lê mixabin li tirkiyeyê ne wisa ye. Mijara zimanê gelek girîng e loma zêde li ser sekînim. Pêwîst e ku hemû kes li ser vê mijarê bi hişmend bibe û ji bo ku zarokên wan pêşerojê de zimanên xwe ji bîr nekin bitêkoşin."
 
'Ez bi amûra xwe ya hurdy-gurdy re bûm yek'
 
Eleonore bal kişand ser amûra xwe ya bi navê hurdy-gurdy û diyar kir ku dema wê ew amûr cara yekê dîtiye evîndarê wê bûye û wiha got: "Amûra hurdy-gurdy ji herêma me ye Oksîtanê ye. Amûreke ji bo mûzîka gelerî tê bikaranîne. Dema min cara yekê di temenê xwe yê 19 salî de ew dît ez bûm heyrana wê. Dûvre ez li gelek cihî li wê amûrê geriyam û min peyda kir. Dema ez vê amûrê lê dixim ji aliyê  hinek kesanve cuda tê pêşwazîkirin ji ber ku kesên bi vê amûrê dixebitin mûzîkên cuda çêdikin. Lê ez hîn cudatir bi kar tînim. Ez li ku bim jî amûra hurdy-gurdy li ba min e û êdî em bûne yek.”
 
'Min wekî hunermendek fransî zextên li ser kurdî hîs kirin'
 
Eleonore bal kişand ser zextên li ser kurdî jî wiha berdewam kir: " Dema ez tevlî şahî û konseran dibûm ji min re digotin, ‘Tu kurdî nebêjî wê baştir be’.  Ez li hemberî vê helwestê matmayî mabûm. Min wek hunermendeke fransî nijadperestiya li dijî  zimanê kurdî hîs kir. Her wiha ji aliyên fransîyan jî. Ji ber vê yekê rewşa kurdan gelek baş nas dikim. Helbet hunermendên kurd li Tirkiyeyê di rewşên di rewşên xirab de ne. Ji ber stranên kurdî tên girtin. Her wiha hertim konserên wan tên betalkirin."
 
'Divê cihê jinan zêdetir li ser sehneyan hebe'
 
Eleonore bal kişand  ser mijara huner û jinê jî  û anî ziman ku jin wekî her qadê li qada  hunerê jî zahmetiyan dikişînin û ev tişt got: "Dema ku jin hunerê tercîh dikin jixwe ew bi serê xwe têkoşînek e. Ji ber ku huner ne ji bo aboriyê ye. Jin bi berxwedanê ji hundirê malê  derketin û tevlî jiyana kar bûn. Bi wî awayî pere qezenc kirin û ew hat qebûlkirin. Lê dema ku jin di nav mala xwe de bi hünere mijûl be aliyê aboriyê de tu tişt derneve ew nayê qebûlkirin. Ji bo mînak xwişka min wênesaz e û bi saetan wêne xêz dike lê keda wê pere nade. Nerîna li ser civakê, jin tenê karên malê bikin, zarokan binêrin û hwd, di aliye aborî te tu tiştî bi dest naxe û hemû tişt gelek dijwar dibe. Ji ber vê yekê xebatên jinên hunermend ji bo min hêja ne û qîmet didim vê xebata wan. Ji ber wê jî ava kirina komên muzîkê yên jinan girîng in. Divê em jin behtir li ser dikan cih bigirin."
 
'Dixwazim mûzîka kurdî bêhtir nas bikim'
 
Eleonore di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku bêhtir dixwaze mûzîka kurdî kifş bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Helbet ez dixwazim mûzîka kurdî bêhtir nas bikim. Dema ez li konservatuarê bûm min tenê perwerdeya mûzîka tirkî dît.  Lê mixabin ji bo mûzîka kurdî min perwerde nedît. Jixwe wê demê haya min ji dewlemendiya mûzîka kurdî tune bû. Dema ez ketim navê pê hesiyam û ji bo fêrbûna mûzîka kurdî min hewl da û lêkolînên min berdewam in. Ji ber vê niha ji hin kesan alikariyê digirim ku zanîna min a li ser mûzîka kurdî zêdetir bibe."