‘Ma Muzîk serê her mehê encamên xebatên xwe parve dike’

  • 09:13 6 Gulan 2020
  • Çand û Huner
AMED - Ma Muzîk şevê din bi hastaga Malihermalêye li ser twitterê xebat dan destpêkirin. Mamosteya Ma Muzîkê Evîn Tiryakî da zanîn ku ji bo moral û motîvasyonê bidin xwendekar û hemû zarokan xebatekê wisa dan dest pê kirin. Evîn got: “Em hêvî dikin ku herkes bi gotina stranek an ji lêxistina amûrekî re beşdarî vê xebatê bibe.”
 
Li dijî belavbûna vîrûsa koronayê (COVİD-19) hemû xebatên çandê hatin rawestandin. Ji ber vê sedemê ji Akedemiya Ma Muzîkê ji 4’ê Nîsanê ve li ser Onlînê perwerdeya xwedekaran berdewam dike. Mehek li ser perwerdeyê derbas bû û wan şevê din di saet 20.30’an de bi hastaga Malihermalêye li ser twitterê xebat dan destpêkirin. Ev xebata Mayê rastî eleqeyek mezin hat. Ango Mamosteyê Akedemiya Ma Muzîkê Evîn Trayekî da zanîn ku ew ê serê her mehê de encamên xebatên xwe bi vê rêyê parve bikin.
 
‘195 dîmen hatin e amade kirin’
 
Mamosteya Akademiya Ma Muzîkê Evîn Tiryakî têkildarê xebatên xwe yên di nava mehekî de agahî da û wiha got: "Me xwe di nava mehekî de gihand hemû malbatan. Ji ber ku ji derveyê şagirtên Ma Muzîkê gelek zarok û malbatên din ji em kirin mêvanê xwe. Bi vî awayî kesê ne endamê Mayê ji bûn şagirt. Wan ji van xebatên me li ser medyaya civakî parve kirin. Ango bi qasî 700 xwedekarên me bi rêya onlînê perwerde dîtin. Heya niha ji bi qasî 195 vîdeoyên dersê ji aliyê mamosteyên me ve hatin amade kirin. Me ji wan ji vîdeo dixwest û wan, stran yan ji enstrumana lê dixist ji me re bi rêya telefonê dişandin. Ango malbatan ji eleqeyek mezin nîşa van xebatan dan.”
 
‘Hûn ji bi stran yan ji lêxistina enstrumanekî beşdarî xebatê bibin’
 
Evîn da diyar kirin ku ji ber mehek li ser xebatên wan re derbaz bûye wan xwest bi hastaga Malihermalêye li ser twitterê xebat bidin destpêkirin. Evîn têkildarê vê xebata Ma Muzîkê wiha axivî: “Piştî xebata mehekî me xwest em moral û mutîvazyona zarokan hîn zêdetir bikin. Ji bo şagirtên û hemû zarokan hêvîdarim wê bibe coşek mezin. Di van rojên awarte de ku herî zêde zarok jê bandor dibin de me xwest bi xebata xwe em ji bibin arîkar.  Bi taybetî bi rêya hunerê em ê bikaribin aciziya li ser xwe ji holê rakin. Bi van armancan em ê her meh encamên xebatên xwe bi heman rengî parve bikin. Em hêvî dikin ku hûn ji bi rêya stran gotinek yan ji lêxistina amûrek yê muzîkê re beşdarî xebata me bibin.