Ji Jinnewsê pêşniyara pirtûkan

  • 09:15 26 Nîsan 2020
  • Çand û Huner

NAVENDA NÛÇEYAN - Vê hefteyê jî em 5 pirtûkên jinan pêşniyarî we dikin.

Rêwistiyeke zor û zehmet têkoşîna jiyanê ya me jinan e. Em rêwistiya xwe bi piştevaniya jinê mezin dikin, jinan hembêz dikin û riya xwe de dimeşin. Pirtûk di navbera me jinan de ji bo cihên ku em xwe nagihînê dibe pir. Me tevlî jiyanên ku me dîtiye dike. Bi jiyana em tevlî dibin jî em jiyana xwe xweş dikin û riya xwe  dimeşin.

Vê hefteyê jî em 5 pirtûkan pêşniyarê we xwendevanan dikin. Di pirtûkên xwe yên vê hefteyê de, hunê jinên bihêz nas bikin û di seruvenên wan de xwe bibînin.

Berpirsyarî û daraz

Hannah Arendt, li ser têgehên berpirsyarî û daraz, felsefa ahlaqî, berpirsyarî, heqîqet û sûcê kolektîf disekine. Tiştên tên jiyîn analîz dike.

Damizlik Kizin Oykusu

Margaret Attwood

Ev romana Atwood aliyê femînîst yê xurt yê dîstopya digire deist û pêşerojeke heyî ya jinê xêz kiriye. Piştî rêveberiya tê desteserkirin şûnde hemû mafên jinan ji dest tê girtin û cilên li gorî rolên xwe lixwe dikin jî dibe nasnameya wan.

Krîzantemler

John Steinback

John Steînback beşek jiyana mirovên li dijî bêdadiyê têdikoşin digire dest û rolên zayenda civakî yên hatine ferzkirin pêşkêşî xwendevanên xwe dike.

Mor Yillar

Alîce Walker

Di Mor Yillar de çîroka jina reşik ya di sala 1930’an de di dema nîjadperestî û zext û zordariya li hember reşîkan de hatiye jiyîn, derdixe pêşberî xwendevanan.

Bakir Seslî Kadinlar

Rojbîn Perîşan

Rojbîn Perîşan çîrokên xwe di vê pirtûka de, tiştên jin di taybetiyê de jê xwedî dibe, wek xişir bi zimanekî wêjeyî li gorî xwe tîne pêşberî me.