Barîn Reşo:Em hêza xwe ya têkoşînê ji hunerê digirin

  • 09:03 24 Nîsan 2020
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Mamosteya xebatên çand û hunerê Barîn Reşo, anî ziman ku ew têkoşîna xwe ya der barê  hunerê de ne tenê ji bo netewekî, di heman demê de ji bo hemû neteweyên bindest didin.
 
Barîn Reşo (19) ku li bajarê Hesekê yê rojavayê Kurdistanê, ji bo xebatên li ser çand û hûnerê mamostatiyê dike li ser kar û xebatên xwe û rewşa ciwanan a Rojava nirxandin kir.  Barînê anî ziman ku ew ne tene ji nirxên neteweyekî ji bo nirxên hemû neteweyên bindest têkoşînê didin.
 
‘Em hêza xwe ji hunerê digirin’
 
Barîn Reşo di destpêka axaftina xwe de qala xebatên ku didin meşandin kir û wiha axivî: "Ez li vir wek rêveber û mamoste xebatên koma govend û erbaneyê didim meşandin û fêr dikim. Helbet di vî milî  de zahmetiyên em dikişinin jî. Derfetên me carinan têrê nakin û perwerde kêm e. Li hemberî hemû astengiyan em wek ciwan dev ji hunera xwe bernadin.  Ji ber ku em hêza têkoşîna xwe ji hunerê digirin. Piraniya ciwanan di şert û mercên dijwar de li ber xwe didin.  Lê berxwedana me hünere bi me dide hezkirin. Niha ez hewl didim ku şagirtên derse didim wan bînim asta xwe û dixwazim di warê lêdana kemanê de pêş bikevim. Huner ji bo min bûye evin.  Lewra li gelek beşên hunerê  dixebitim. Carinan di xebatan de jî cih digirim. Min di strana Kitanê de cih girt ji ber ku ez bi xwe govend ger im. Lê dema ku min lîst hîsekê biwate û taybet da min.  Ji ber ku ez cara yekemîn bû min bi tenA sere xwe govend gerand. Lê ez gelek kêfxweş bûm."
 
‘Ji bo ziman têkoşînê didim’
 
Barînê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser zimanê kurdî û diyar kir ku wekî her kurdan ew jî li vir ji bo mafê ziman têdikoşin. Barînê axaftina xwe wiha berdewam kir: “ Ciwanên Rojava di mile xwendinê de pir zîrek û bandorker in. Ew jî ne bi ziman û zanaîna me bû. Niha jî em şerê ziman dikin û mafê xwe dixwazin ku bidin zanîn em kurd in, bi zimanê xwe hemû karan bikin û kurdî bidin jiyandin. Em ciwan li wê  dere bi têkoşînê pêş dikevin. Ji ber vê yekê hemû  tişt ji bo me bi wate ye û ji bo xweşikbûna jiyanê jî  em hewl didin ji ber ku huner bi xweşikûna jiyanê bihêz e.”
 
‘Her hunermend bi renge xwe tê nasîn’
 
Barînê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hunerê û Ev tişt got: “ Huner gotinek bedew e, gelek wateyên wê hene. Huner dîmenek xweşik ê bûyerên ku li dora mirov di qewimîn e. Dema mirov dibêje hunermend, wênesaz; mirov bi watedayîna wêneyê xeyalan dike. Ji bo ku em rastiyê ji temaşevanan re bidin nasîn. Ji ber vê yekê divê em ne tenê rastî bi rastiyê biafirînin em bi xwe xeyalên xwe bikin rastî. Gelek kesên zana ji destpêka dîrokê de fêrî hünere bûne û gelek nerîn û dibistanên wan hebûne.  Wateya hunermend ew e ku xwedan şiyariya têgihîna xwe ya dîtbarî ji tiştan re veguhêze materyalek zexm. Hin ji wan jî hunerê wekî tişta ku afirandî an bijarte ji bo jêhatîbûna xwe ji bo derbirîn û bijartina ezmûna mirov di çarçoweya pergalek taybetî ya wateya hunerê de vedigirin.  Ji bo hunera mirovahiyê  bi hemû rengên xwe  bê dîtin."