Mamosteyên Zimanê Kurdî:Zimanê xwe fêr bibin û pêşbixin

  • 09:02 23 Nîsan 2020
  • Çand û Huner
Medya Uren
 
AMED - Mamosteyên zimanê kurdî  bang li zarok, ciwan û mezinan kirin ku van rojên îzalasyonê ji xwe re bikin fersend û wiha gotin: “Ne zanîna zimanê zikmakî kêmasiya herî mezin e.  Ji bo sererastikina vê kêmasiyê werin em van rojan bikin rojên fêrbûn, axaftin û pêşxistina ziman .”
 
Vîrusa Koronoyên (COVÎD-19) a ku di serî de li barê  Wuhan ê Çînê belavbû roj bi roj cîhan kir bin bandora xwe. Ji bo astengirina belavbûna şewba vîrûsê û tendurustiyê  civak neçarî pêkanîna îzalasyona civakî bûn.  Mamûsteyên kurdî jî ji bo van rojên îzalasyonê bang li ciavakê kirin û gotin em dikarin di van rojan de zimanê xwe pêş bixin. Mamosteyan bal kişand ser asîmlasyonê û ev bang kirin: “Ji bo em li hemberî êrişên tunekirinê bibin bersiv pêwîste em zimanê xwe pêşve bibin. Ev erka me hemûyan e û divê em van rojan ji bo fêrbûna zimanê xwe veguherînin fersendê.”
 
‘Ger em bixwazin alternatîf pirin’
 
Mamosteya zimanê kurdî Berîtan Gurbet di serî de bal kişand  ser girîngiya ziman û wiha got: “Ziman hebûna gel û netewan ne. Ji bo  gel hebûn, çand û dîroka xwe bizanibe û biparêze divê fêrî zimanê xwe bibe. Ji bo fêrbûn û pêşvebirinê ji pêwîstî bi fêrgeh û dibistanan heye ku ev ji mafê gelan ê sereke ye. Lewra mal ji dibistanên yekemin, divê em di malê de fêr bibin û fêr bikin. Guh bidin çîrok, stran, lîstok û metelokên kalan. Ev çand û ziman vedibêjin. Di van rojên îzalasyonê de ji dema me zêde ye. Em dikarin bi vî rengî di mal de fêr bibin. Heke em bixwezin alternatîf pirin. Ji ber ku em di serdema teknolojiyê de ne em dikarin li ser tora civakî jî xwe pêş bixin.  Bernameyên ku perwerdê din hene. Ji dervey wê ji pirtûk, kovar û rojnameyên kurdî jî em dikarin sudê ji wan bigirin, ango tê zanîn komeleyên ku perwerdeya zimanê kurdî didin ji hene.”
 
 Berîtandê di axaftina xwe de bal kişand ser amûrên ziman pêş dixin û wiha got: “ Heta zimanê kurdî nebe zimanê bazirganî û bazarê dê qîmet jê re neyê zanîn. Ev serdema kapîtalîst ku em tê de ne di hemû hêlan de gel dorpêç kirine.  Di her alî de jiyana netewAN xistiye bin bandora xwe. Mixabin ji bo  gelên bindest çanda xwe, dîroka xwe, ziman û hebûna xwe wenda nekin, divê ew jî bi zimanê xwe li cîhanê bazirganiyê bikin. Em dibînin ku ev erk ya me hemûyan e. Lê di vê rewşa îro de jî em dikarin zimanê xwe pêş bixin û derfetên me yên pêşxistinê hene.”
 
‘Hebûn û tunebûna civakê di destê we de ye’
 
Mamoste Belqîz Bîtkîn, diyar kir ku bo em bi karibin çanda xwe, dîroka xwe nasbikin divê em fêrî zimanê xwe bibin. Belqîzê got em dikarin di rojên karantînayê de jî zimanê xwe pêş bixin û wiha berdewam kir: “Darekê bi fikirin ger ku pelê wê tunebe, berhem nede ew dar bi kêrî  tiştekî nayê. Ziman jî ji bo civakê ew pel û berhem e.  çawa ku dar bêyî  berhem ne zindî ye civak ji bêyî ziman ne zindî ye. Ji ber vê yekê jî em neçarin ziman xwe fêr bibin û pêş bixin. Îro ev rojên karantînayê ji bo me fersendek mezin in ji bo me fersendek mezin e. Divê em zimanê xwe fêrbibin, fêrbikin û pêşde bibin. Mal fêrgeha herî mezin.  Ji bîr nekin hebûn û tunebûna civakê di destê we de ye.”
 
‘Dar bêy kok civak ji bêy ziman nabe’
 
Mamoste Leyla Bagitir jî got werin em di van rojên zor û zehmet de zimanê xwe yê bi êrîşanre rûbirû ye pêşbixin. Leylayê da zanîn ku ev ji bo wan hemûyan fersendek mezine û wiha berdewam kir: “Zimanê me bi êrişên bişaftinê û asîmlasyonê re rûbirû ye. Lê ji ber ku zimanek kevnar  û dewlemend e hîna kesek nikare tune bike. Lê ev nayê wê wateyê ku wê tune nebe. Divê em herdem têkoşîna ji bo ziman bidin berdewamkirin. Îro ji bo tendurustiya civakê em tev di îzalasyona civakî de ne, em dikarin van rojan ji xwe re bikin fersend. Kesên nizanibin divê fêr bibin û yên dizanin ji divê di aliyê rêziman û wêje de xwe pêş bixin. Dar bêy kok civak ji bêy ziman nabe. Ji bo civakê divê em kedê bidin. Li ser medyaya civakî, bi xwendina pirtuk, kovar û rojnameyên kurdî, bi guhdarkirina çîrok û stranên kurdî re jî em ê bikaribin pêşketinên mezin çêbikin.  Divê em bi hev re bixwînin lêkolîn bikin û fêr bibin.”
 
‘Bi hev re fêr bibin û fêr bikin’
 
Mamosteya pêşdibistanê Cejna jî got divê di van rojên îzalasyonê de em mala xwe bikin dibistan ji bo zarokan û wiha berdewam kir: “Malbat û bi taybet zarok, di vê pêvajoyê de zahmetiyan dijîn. Divê di aliyê derûnî de em ji zarokan re bibin alîkar. Wê demê em dikarin van rojan bi berhem û bi coştir derbas bikin. Ji bo zarokan çîrok, metelok û pêkenokan bi kurdî bibêjin. Stran û çanda kurdî fêr bikin. Ya herî girîng jî ji bo pêşvebirina ziman perwerde bikin. Di malê de bi hev re fêr bibin û fêrbikin. Qenciyek li xwe û zarokên xwe bikin wan bi rastiya wan mezin bikin.”