'Ji bo derûniyek baş pirtûkan bixwînin'

  • 09:05 21 Nîsan 2020
  • Çand û Huner
AMED -  Rojên îzalasyonê ji bo gelek pirtûkhezan bû derfetek. Di van rojan de gelek kes dema xwe ya li malê bi xwendina pirtûkan re derbas dikin. Meral Çelîk jî li ser hesabê xwe ya medyaya civakî danasina pirtûkan dike û got: "Divê em rojên xwe yên îzalasyonê ji xwe re bikin derfeteke lêgerînê û pirtûkan bixwînin."
 
Li gelek welatan li dijî pêşîlêgirtina vîrûsa koronayê birayên li malê bimînin, qedexeya derketina derve hatin dayîn. Bi milyonan mirov li djî vîrûsê niha li malê ne. Her wiha li gorî daneyên ku her tim dayîn li Tirkiyeyê jî rewşeke nebaş heye û her ku diçe vîrûs belav dibe. awayî vîrûs belav nebe li ser medyaya civakî bang gel re kir ku li mal de bimînin. Ji neçariye gelek kes li malên xwe dema xwe derbas dikin. Gelek kes dema xwe ya li malê bi temaşekirina film, rêzefîlm, pirtûkxwendin, pêşxistina hûnera destan û hwd. derbas dikin. Yek jî wan Meral Çelîk e. Jineke ciwan e û di van rojên koronayê de li ser hesaba xwe ya medyaya civakî pêşniyara pirtûkan dike û derbarê naveroka pirtûkan de agahiyan dide pirtûkhezan.
 
Meral di destpêka axaftina xwe de bal kişand pêvajoya niha wiha got: "Pêvajoya ku niha Tirkiye têde ye xwe wekî kaosek nîşan dide û li ser derûniya gelê jî bi bandor bûye. Aliyek welatî ji bo debara xwe li derve dixebitin, aliyek rewşa girtiyan heye. Girtî niha bi mirinê re rûbirû hatin hiştin."
 
'Ji bo derûniyek baş pirtûk bixwînin'
 
Meral, diyar kir ku niha kesên ku li malê dimînin dikarin dest bi xwendina pirtûkan bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber şert û mercan, an jî zêdebûna kar gelek kes derfeta xwendina pirtûkan nedîditin. Niha piraniya kes li malê dema xwe derbas dikin. Ev tişt ji bo xwendina pirtûkan derfetek e. Mirov dikare bi xwendinê pirtûkan derûniya kêm be jî rihetir bike."
 
'Rêjeya xwendinê kêm dibe' 
 
Meral, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser rêjeya xwendinê û wiha bi lêv kir: "Li Tirkiyeyê di nava 10 salan de rêjeya xwendinê ji sedî 12 zêde bûye ango rêjeya xwendinê ji 30'an derbasê 42'yan bûye. Li gorî daneyên UNESCO Tirkiye di xwendina pirtûkan de di rêza 86'emîn de cih digire."
 
'Xendina pirtûkên dîrokî û felsefî girîng in'
 
Meral dawiya axaftina xwe de ji bo pirtûkan çend pêşniyaran kir û got: "Gelek kesên ku demên borî nedikarin pirtûkên ku meraq dikirin bixînin niha dest bi xwendinê kirin. Li gorî min di van rojan de xwendina pirtûkên felsefî û dîrokî dê bêhtir mirovan pêş bixwe û di serê mirovan de çarçoveya derbarê vê pêvajoyê de dayne. Her wiha xwendina pirtûkên helbestan jî divê tu carî ji me kêm nebin. Bi kurtasî di vê pêvajoyê de pirtûkên deriyê lêpirsînê ji me re vedikin bixwînin û derbasê jiyana bikin."