‘Jin parêzvana çand û hunera resen û hafizeya dîrokê ye'

  • 09:03 20 Nîsan 2020
  • Çand û Huner
Ferîde Zade 
 
ŞEHBA - Endamên Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn a herêma Efrînê Zîlan Sîdo û Romîna Sîdo derbarê xebatê xwe yê hunerî de û girêdana wan bi çanda kurdî re wiha gotin: "Ji zaroktiya me de dayikên me bi rêya lorandina di dergûşand de huner bi me didan hîskirin û hezkirin. Vê yekê bi awayekî xwezayî  huner di hundirê me de mezin kir, jin parêzvana çand û hunerê ye û hafizeya dîrokê ye."
 
Bi hebûna jinan re huner pêş dikeve û çand jî ji helandinê tê parastin. Her çiqas dem jî derbas dibe, jin mîna parêzvana çanda resen tê nasîn û bi hestên xwe yên nazdar hunerê xweş dike. Di nava hunerê de hevaltiya rast jî derdikeve pêş û wisa mirov dikare girêdanekê di navbera hevaltî û hunerê de bide avakirin. Bi rêya hunerê mirov fikir, hest û daxwazên xwe tîne ser ziman û bi civaka xwe re jî parve dike. Mînaka wê jî her du jinên ciwan Romîna Sîdo û Zîlan Sîdo, di nava hunerê de hevaltiyeke xurt dane avakirin û wisa bi hev re di şopa xebatekê de hezkirineke qayim dane çêkirin. Romîna Sîdo û Zîlan Sîdo, girêdan û hezkirina xwe ya bi çandê re ji me re parve kirin.   
 
'Karê hunerî ji bo min xwestek bû'
 
Zîlanê di destpêka axaftina xwe de tevlîbûna xwe ya derbarê karê hunerê de, anî ziman û wiha got: "Dema ez di refa 5'emîn de bûm, xebatên hunerî bala min kişandin. Di wê demê de malbata min piştgirî dan min ku ez bighêjim armanca xwe. Dema min nû dest bi karê hunerê kir, ez bi xwestekeke  mezin tevlî bûm. Bi her jinekê re hunerek heye, jin bi rêya hestên xwe hunera xwe derdixe pêş. Ji zaroktiya me de dayikên me bi rêya lorandina di dergûşan de huner bi me didan hîskirin û hezkirin. Vê yekê bi awayekî xwezayî  huner di hundirê me de mezin kir."
 
'Bi her mirovekî re huner tê dîtin û jiyîn'
 
Zîlanê derbarê girêdana jin û hunerê ya bi hev re wiha got: "Bi her mirovekî re rihê hunerê heye ya girîng mirov vê yekê derxe pêş. Bi taybet jin di vê qadê de pêşketî ne.  Jin daxwazên xwe bi rêya stranan pêşkêş dike, dema jinan êş û zehmetî dikişandin, yan jî kêfxweşiyekê dijiyan, hemû bi rêya hunerê derdixit pêş. Vê yekê jî hişt ku girêdan qayim bibe û jin hunerê weke rêbazeke pîroz ji xwe re bibîne." 
 
'Di dema serweriya Rejîma Sûriyeyê de, me bi rengekî veşartî  xwe fêr dikir'
 
Zîlanê bal kişand ser zehmetiyên ku di serdema BAAS'ê de dîtine û wiha domand: "Destpêka ku min xebatê çandê kir, hîn navendên çand û hunerê nehatibûn vekirin û bi rengekî veşartî me perwerdeyên xwe didîtin. Di dema serweriya Rejîma BAAS'ê de, me nikarîbû em serbest xwe fêr bikin, ji ber her mirov wê demê rastî binçavkirinê dihatin. Ji bo ku em çanda xwe ji helandinê biparêzin me xebateke pîroz kir. Hezkirina me ji çanda me re, moralê me bilind dikir. Me gelek zehmetî kişandin heya ku îro em gihand van astan. Em bi xebatê xwe serbilind in."
   
'Di hunerê de jin bi rêbazên cuda daxwazên xwe vedibêjin'
 
Di dewamiya axaftina xwe de Zîlanê qala beşên di nava çand û hunerê de kir û ev tişt got: "Di hemû beşên hunerê de tabloyeke dewlemend heye. Mirov dikare daxwazên xwe vebêje çi bi rêya govendê be, ango stran be.  Her beşek  bi rêbazeke  cuda xwe îfade dike. Herî zêde hezkirina min ji govendê re heye, daxwaza min ew e ku her jinek cewhera xwe bi hemû rêbazan îfade bike."
 
'Huner ji bo min jiyan e'
 
Romîna Sîdo ya 17 salî ya ji gundê Cûloqo ya navçeya Cindirêsê ya Efrînê ye, cihê xwe di koma stranê de digire û di heman demê de zarokan perwerde dike. Romîna di derbarê xebatên xwe yên di hunerî de ev tişt got: "Destpêka xebatên  min ên hunerê bi piştgiriya bavê min bû. Ew bi xwe di nav xebata hunerê de cih digire û di heman demê de xwişk û birayên min dengbêj in.  Ez niha fêrî amûra kemanê dibim û bi vê xebatê gelek kêfxweş im. Huner ji bo min jiyan e." 
 
'Bi kedeke mezin navenda çandê ava kir'
 
Romîna li ser xebatên xwe yên hunerê yên piştî êrîşên li ser Efrînê axivî û wiha got: "Nêzî şeş mehan ez di peymangehê de bûm, paşê derbasî peymangeheke din bûm û nêzî salek û nîv li wir jî mam, lê gelek pêşketin min di xwe de ne dîtin.  Piştî dagirkirina Efrînê, em derbasî Şehbayê bûn. Bi vê yekê bandoreke mezin li min hat kirin.  Di demên destpêkê de em derdiketin ber deriyê malê û me stran digotin, vê yekê gelekî moralê gelê me baş dikir. Bi vê rêbazê me hevalên xwe yên berê didîtin, heta ku me karîbû em xwe komî ser hev bikin.  Bi demê re me komek bi navê Ş. Hêva ava kir.  Me navê Ş.Hêva hilbijart ji ber ku Hêva endama Çand û Hunerê bû û bi temenê xwe yê biçûk dema li pêşiya mala xwe dilîst ji aliyê dewleta tirk ve hat hedefgirtin û jiyana xwe ji dest da. Lê ji ber kêmderfetan di wê demê de me li malên xwe  pirovayên xwe didîtin heya ku me navenda xwe ya çandî ava kir. Bi kedeke mezin navenda çandê ava kir."
 
'Stranan valahiya jiyana min dagirtin'
 
Romîna wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tevlîbûna min a jiyana hunerê gelek guhertin bi min re çêkir. Stran valahiya jiyana min dagirt û hestên min têr û tijî kir. Daxwaza min ew e ku bibim maystroyê stranê û peymangehekê stranê vekim û zarokan tê de fêrî hunerê bikim."