Ji Jinnewsê pêşniyara pirtûkan: Rêwîtiya xweşikahiyê

  • 09:19 19 Nîsan 2020
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Em bi 5 pirtûkên din rê didin ber xeyalên xwe. Vê hefteyê ji Rojhilata Navîn heta Arfîkayê me pirtûk ji we re amade kirin. Em ê di ya Dîdem Madak de jî bîhna xwe bidin.
 
Mirov di her rêwitiyê di her çûyînê de gelo çima pirtûkan digire cem xwe. Diçin dûr, tevlî jiyanên cuda dibin lê bi pirtûkê çûyîn hestek cüda ye.
 
Vê hefteyê me ji bo we 5 pirtûk amade kirin. Em niha van pirtûkan pêşkêşî we dikin. Hêviya me ew e ku rêwitiya we bê dawî û ber bi xweşikahiyê ve be.
 
Çatişan Femînîzmler
 
Seyla Benhabîb, Judîth Buthler, Drucîlla Cornnell û Nancy Fraser
 
Pirtûka ku çar jin serdana felsefîk dikin, ji gelek alî de dibe alîkar ku di alî teorîk de em li femînîzmê binêrin. Buthler hem jin hem kategoriya jinê û hem jî femînîzmê lêpirsîn dike. Benhabîb sernavên ‘mirina mirovan’, ‘mirina dîrokê’, ‘mirina metafîzîkê’ digire dest. Nancy Fraser jî di pirtûkê de dibêje parastina kurma femînîzmê bi fêde ye. Drucîlla Cornnell jî sernavê ‘femînîzma etîk çi ye’ digire dest.
 
Di nokteya sifirê de jin
 
Neval El Seddavî
 
Fîrdevs jineke li hucreya mirinê dipê ye. Jiyana xwe lêpirsîn dike û di heman demê de li vê cîhanê jinbûn, di çanda serdest ya mêr de jiyana jinê ya hatiye dizîn lêpirsîn dike.
 
Kela Dimdimê
 
Ereb Şemo
 
Destana Kurd a navdar a wêjevanê Kurd Ereb Şemo ye. Kela Dimdimê, klama li ser zimanê dengbêjan, rondikên çavên dayikan e. Kela Dimdimê destana Kurd û jinan ya li dijî êrîşan çiya ku keleh ji xwe re kiriye war e.
Dîdem Madak
 
Ah’lar Agaci
 
Di pirtûka Dîdem Madak ya bi navê Ah’lar Agaci de, ji hemû ax û waxan yên der barê jiyanê de di hevokan de cih digire. Dîdem Ax’an wek serî tewandinê ne, wek şopên di jiyana mirovan de digire dest.
 
Bulbulu Oldurmek
 
Harper Lee
 
Di pirtûkê de çavdêriyên zarokek keç ya li dijî hemû cudahiyên ku mezin ji rêzê dibînin, cih digire û hesta me winda kiriye ji nû ve bi bîr dixe.