Hûnermendên jin: Divê pêvajoyê de pêwîste em ji gel re bibin moral

  • 09:03 16 Nîsan 2020
  • Çand û Huner
Rojda Aydin
 
MÊRDÎN -  Hûnermendên jin ên kurd,  derbarê ku di van rojên vîrûsa koronayê de divê çi bikin û erkeke çawa li ser milên wane de axivîn û wiha gotin: “Di pêvajoyek bi vî rengî de jî em dixwazin ji gelê xwe re bibin moral û em ê stranên xwe li ser medyaya civakî parve bikin.  Divê hûnermend tim çalak bin.”
  
Vîrusa Koronayê (COVÎD -19)  ku di serî de li Çînê hat dîtin, li hemû cîhanê her ku diçe belav dibe. Ji ber vîrûsa ku roj bi roj belav dibe gel ji bo parastin û tendûristiyê di malên xwe dibîne. Lê ji ber ku di malên xwe de dibînin hem ji çand û hûnerê dûr dimînîn û ji aliyekê dinê ve jî derûniya gel xira bû. Hûnermendên jin ên kurd,  derbarê van rojên vîrûsa koronayê de ku erkeka çawa dikeve ser milên wan û divê hûnermend çi bikin de ji ajansa me re nêrînên xwe anîn ziman.
 
‘Li hember vî nexweşiyê hewldanên gel berdewam in’
 
Hûnermend Zarîfe Zerrîn, anî ziman ku ew di pêvajoyekê gelek zor û zehmet re derbas dibin û got erkek gelek girîng dikeve ser milên wan û wiha got: “Dema ku şewbê li Çînê dest pê kir rêvebiriyên ku civakan rêve dibin tişta ket ser mlên wan nekirin û ji rêzê nêz bûn. Gel jî li benda ku rêveberî gavekê biavêjin man. Lê di encama vê de jî rewşek xirab derket holê. Lê belê çi dibe bila bibe wê civak vên nexweşiyê jî derbas bikin kin. Lê belê di vê pêvajoyê de divê gel bi hev re di nav piştgiriyê de bin. Ev nexweşî ol û nîjadê nas nake. Ji aliyekê dinê ve jî sedema belavbûna vê nexweşiyê jî mijarekê dinê ye. Dema em van difikirin dîsa em neheq dertên. Ji ber ku em tim li benda pergalê bûn me rêve bibe encamek bi vî rengî derket holê. Lê wê gel bi hewldanên xwe vê nexweşiyê jî derbas bikin.”
 
‘Em ê tim ji gelê xwe re bibin moral’
 
Zarîfeyê di dirêjiya axaftina xwe de got ji bo ji gel re bibin morel karek girîng dikev ser milên wan  û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê em bi gel re di nav piştevaniyê de bin. Ji aliyekê dinê ve jî rastiye gelê me jî heye. Welatê me hatiye parçekirin. Bi vê parçekirinê re, nasname, çand û hûnera kurdan hat qedexekirin û hîn welatên mêtinger dixwazin çanda me tune bikin. Êşa gelê me gelek zêde ye û ev êşa wan hîn jî berdewam dike. Niha hîn hûnermend jî ji ber van qedexeyan li welatên xwe nînin.  Li  Tirkiyê de dema tu dibêjî kurd û Kurdistan tu tê girtin. Bi taybetî jî di pêvajoya vîrûsa koronayê de hûnermend dikarin di malên xwe de hin tiştan bikin û bi gel re parve bikin. Her çiqas em di i vê pêvajoyê de di nav gel de nebin jî em ê bi rêya medyaya civakî xwe bigihînin gel û stranên xwe parve bikin. Li gel îmkanên kêm çi ji destên me bên em ê ji bo gel bikin. Bi şerê hatiye destpêkirin dixwazin çand û hûnera me tune bikin. Ji ber vê jî bersiva me ya herê mezin ew e ku em hûnermend  ziman, çand û hûnera xwe biparêzin. Elbet dê dawiya dawî ev şer bi dawî bibe. Di pêvajoyek bi vî rengî de jî ji bo gelê xwe divê em bibin moral. Hêviya me ew e ku di Kurdistanek azad de em bijîn û stranên xwe bêjîn.”
 
‘Vî pêvajoyê em dikarin bi tifaqê derbas bikin’
 
Hûnermend Berfîn Aktay jî diyar kir ku hûnermend berdevkên hestên civakê ne û ev tiştan anî ziman: “Dem adi civakan de tiştek diqewime her kes hestên xwe tîne ziman. Lê dema ev hest bi awayê estetîk ten hûnandin hûner derdikeve holê. Hûnermend di vir de gavekê li pêş e. Ji ber vê dikare bêhtir bandorê bik. Civak di ware hûnermendan de xwedî nêrîneke cüda ye. Bandor hunermendan li ser civakê zêde ye. Ji ber ku hunermend bi awayekî estetîk tevdigere. Wekî ku hûn jî dizanin civak hem di aliyê moral û motîvasyonê de û hem jî di aliyê manevî de  din av tengasiyê de ye. Di heman demê de di aliyê aborî de jî tengezar e. Vî pêvajoyê em dikarin bi tifaqê derbas bikin.. Ez bawerim em ê vê pêvajoyê bi tifaqê baştir derbas bikin. Di vî pêvajoyê de divê di serî de em parastina tendûristiya xwe bikin û îzole bin. Ya duyem jî ev rewşa em di tê re derbas dibin bi awayek pozîtîf ji xwe re derfetan bibînin û afrîner bin. Jiyan niha ji ber koronayê hemû li ser înternetê diçe. Dema em jî hunera xe li ser înternetê parve bikn, ez bawerim hem emê şad bibin û hem jî hezkiriyên me dê gelek şad bibin. Ger ku em bi vî rengî tev bigerin û bi sebir bin em ê vê pêvajoyê derbas bikin.”     
 
‘Divê hûnermend tim çalak bin’
 
Hûnermend  Berfîn Demîr jî  anî ziman ku di demeke bi vî rengî de çand û hûner ji bo gel gelek girînge û ev tişt anî ziman: “Civak çand û hûnerê diafirîne. Çand û hûner ruhê civakê têr dike. Eger di cihekî de kêmasî hebe çand û hûner di nav wê civakê de ber bi mirinê ve diçe û ew civak jî dimire. Hûner reng û ahenga jiyanê ye û nasnameya gelan e. Di vê dema koronayê de divê hûnermend li ser medyaya civakî bi bernameyên zindî xwe bigihînin  gelek mirovan. Di nav van bernameyên zindî de  divê hunermend peyamên xurt bide gel. Hûnermend bi stranên xwe, şanoger bi lîstikên xwe, helbestvan bi helbestên xwe, nivîskar bi nivîsên xwe, alim  bi alimtiya xwe pêwîste li ser medyaya civakî bi bernameyên zindî  xwe bigihînin gel. Kesên li malê di malên xwe de dimînin ji aliyê derûniyê de lawaz dibin. Divê çand û hûner neqerise û nedin qerisandin. Divê hûnermend tim çalak bin. Ger ku em bisekinin dê ziman jî tune bibe. Dema ziman winda bibe hemû tişt jî dê winda bibe. Di nav malên xwe de em hûnermend divê bibin dengê gel. Di rojên  koronayê de tiştê herî bi reng di destên hûnermendan de ye. Bila hûnermend wî rengî nîşanî gel bikin.”