Pirtûka li dijî koronayê ji bo zarokan wergerî kurdî kirin

  • 17:26 15 Nîsan 2020
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî, pirtûka “Qehremanê min tu yî” ji bo zarokan ku li dijî Kovîd-19 li ber xwe didin wergerî zimanê kurdî kir.
 
Wek ku tê zanîn Kovid-19 bandorê li hemû zarokên cîhanê kiriye. Ji ber vê yekê jî Rêxistina Tendirustî ya Cîhanê jî di nav de ji aliyê gelek saziyan ve bo zarokên 6-11 salî pirtûkeke çîrokan hatiye amadekirin. Bi vê pirtûkê armanc ew e ku zarok vîrûsa koronayê fêm bikin, qebûl bikin û li hemberî vê vîrûsê li ber xwe bidin. 
 
Di amadekirina pirtûkê de ji gelek deverên cîhanê ji paşragihandinên hezar û 700 zêdetir zarok, dê û bav, kesên ku lênêrîna zarokan dikin û ji mamosteyan sûd hatiye wergirtin. Navê resen ê pirtûkê “My hero is you- how child can fight COVID-19!” ye. Heya niha bi 14 zimanan wergara vê pirtûkê hatiye kirin û xebata wergeran ya bo zimanên din jî didome.
 
Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî ji îngilîzî bo kurdî (kurmancî) wergera wê kir. Werger ji aliyê yek ji berpirsiyarên Kovara Psychology Kurdî Siyabend Aslan ve hatiye kirin. Kesên dixwazin xwe bigihînin pirtûkê dikarin ji hesabên kovarê Psychology Kurdî pirtûkê daxînin û ji zarokên xwe re bixwînin.