Fecriye Benek ya girtî pirtûka xwe ya ‘Mahsumiyetê ji xwe şerm kir’ vegot

  • 09:16 12 Nîsan 2020
  • Çand û Huner
MÊRDÎN - Girtiya siyasî Fecriye Benek ya li girtîgeha Bayburtê girtiye, romana xwe ya ku berxwedana Şengalê têde digire dest ya bi navê ‘Mahsumiyetê ji xwe şerm kir’ nirxand û got: “Ez bi hebûna xwe li wir bûm. Ya li bajarê gewre tenê bedena min bû.”
 
Girtiya siyasî Fecriye Benek li girtîgehê pirtûka xwe ya bi navê ‘Mahsumiyetê ji xwe şerm kir’ nivîsî. Fecriye ya li girtîgeha Bayburtê dimîne, der barê sedema destpêkirina nivîsandina pirtûka xwe û ew pêvajo vegot.
 
Fecriye di 1974’an de li bajaroka Hîlal a Qilaban a Şirnexê hat dinê. 12 xwişk û bira ne û ew ya 8’an e. Têkoşîna Fecriyeyê di zarokatiyê de dest pê dike û dibe jineke ku azadiyê diqîre. Di Mijdara 1993’an de li Antalyayê hat binçavkirin 20 rojan di bin îşkencê de ma. Fecriye ji aliyê derdora xwe ve wek jina têkoşer tê nasîn. Piştre tê girtin. 9 salan di girtîgehê de dimîne û piştre derdikeve û tê Cizîrê. Armanca wê eve ku malek çand û hunerê vebike. Ji bo vê jî Cizîrê tercîh dike. Navenda Çanda Mem û Zînê vedike.
 
Dîsa hat girtin
 
Fecriye di 2012’an de dîsa tê girtin û li girtîgehên Amed, Sêrt û Bayburtê dimîne. Hîna jî li girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê ye. Di 2014’an de DAIŞ li hember Şengalê êrîş da destpêkirin. Fecriye li ser vê dest bi nivîsandina romana xwe ya ‘Mahsumiyetê ji xwe şerm kir’ kir.
 
Fecriye diyar dike ku di bin atmsofer û hesteke giran de dest bi vê xebata xwe kiriye û got: “Tofana li Şengalê bandorek mezin li ser min kir. Min tofan û fermansa Şengalê di atmosfera gewre ya zindanê de pêşwazî kir. Ji bo mirovahiyê pevajoyeke şerm bû.”
 
‘Revandina 7 hezar jinî, hişmendiya min ya jinê veguhert koza agir’
 
Fecriyeyê daxuyakirin ku ji ber vê nivîsandina pirtûkê ji bo xwe wek deyn dîtiye û hestên xwe wiha anîn ziman: “Qirkirina civaka êzidî ya rewa re hat dîtin, ji dilê min paqij nebû. Beden û rihê min bi êşa herî mezin diqewirî. Ez ne li erdê ne li asîmanan bi cih dibûm. Min vegotina vê neditîbû. Gotinên min di dilê min de dicemidîn. Revandina 7 hezar jinî hişmendiya min ya jinê veguhert koza ji agir. Berê nivîsên min gotarên min hebûn lê ez ne xwedî hêza ku romanê binivîsim bûm. Xwendina romanê gelek hêsane lê nivîsandina wê zehmet bû.”
 
‘Min bi metoda heqîqetê dengek da axaftin’
 
Fecriyeyê got beriya dest bi nivîsê bike der barê civaka êzidî de bi dehan pirtûk xwendiye û got: “Min bi metoda ‘heqîqet ya gotinê ye’ di romanê de dengek da axaftin. Xwendevan dikarin vî dengî wek dengê heqîqetê yê nirxên demokratîk û azadiyê şîrove bikin. Deng, bi zimanekî serbest û bi awayekî kînaye, kesên qirkirin kirine lêpirsîn dike û îfşa dike. Nivîsandina min 9 mehan berdewam kir. Vê xebatê bi her alî ez terbiye kirim. Dema ez di hevokên xwe de pêş diketim, di êşên wan de dibûm rondik, di hêviyên wan de dibûm ken. Ez bi hemû hebûna xwe li wir bûm. Li Bajarê Gewre tenê bedena min hebû.”