Koma Erbanê ya Nûjiyan bi erbanaya xwe moral dide

  • 09:03 11 Nîsan 2020
  • Çand û Huner
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Koma Erbanê ya Nujiyan a navneda Muzîkê ya Demê, li ser înternetê perwerdê dide xwendekarên xwe. Hîndekar Jiyan Savci diyar kir ku hejmara xwendekarên wan zêde bûne û got di her şert û mercî de wê xebatan bidomînin û bi stranên xwe moral bidin civakê.
 
Navenda Muzîkê ya Demê ya li Edenê xebatan dimeşîne, di bin banê wê de Koma Erbanê ya Nujiyan perwerdê dide jinan û ji ber pêvajoya vîrusê niha li ser înternetê perwerdê dide. Mamosteya Koma Erbanê ya Nujiyan Jiyan Savci, diyar kir ku piştî dest bi perwerda onlîne kirine xwendekarên nû xwe gîhandine wan û got ji bo her mala xwe digîhinininê dibin moral.
 
‘Ji bo xwendekar û malbatan dibin moral’
 
Jiyanê daxuyakirin ku divê li dijî vîrusa korona tedbîr bê girtin û got hewl didin divê pêvajoyê  demalbat, xwendekarên wan dema xwe baş derbas bikin û got: “Li Tirkiyeyê berê gelek saziyên çand û hunerê bi KHK’ê hatin girtin û li Edenê jî gelek sazî hatine girtin. Lê tevî vê xebatên me berdewam kirin. Di pêvajoya vîrusê de jî xebatên me didomin. Di vê pêvajoyê de ji bo baş derbas bibe em li ser înternetê bi xwendekarên xwe re tên cem hev. Em perwerdê didin. Gelek xweş derbas dibe. Em stranan dibêjin û di vê pêvajoya zehmet de ji bo xwendekar û malbatan dibin moral.”
 
‘Hejmara xwendekarên me zêde bûye’
 
Jiyanê her wiha destnîşan kir ku hefteyê rojekê du saetan dersê didin û got di vê pêvajoyê de hejmara xwendekarên wan zêde bûye û wiha pê de çû: “Xebatên me bala gelek kesî kişandiye. Xwe gîhandin me û gotin ew dixwazin tevlî dersan bibin. Ji bo di vê pêvajoyê de welatî ji tirs û fikarê dur bikevin çi ji destê me bê em ê bikin.”
 
‘Em tevî zehmetiyan hunera xwe îcra dikin’
 
Jiyanê bi lêv kir ku li Osmaniyê li ser daxwaza jinan hefteyê du rojan du saetan dersa onlîne didin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Yên dixwazin xwe bigihînin me û dersan bigirin, em ji bo wan heta dawî amade ne. Her kesê ku dixwaze çand û hunera xwe fêr bibe ji bo me bi nirx e. Tevî her tiştî em ê çanda xwe berdewam bikin.”