Li ser medyaya civakî waneyên Ma Muzîkê dest pê kir

  • 13:13 6 Nîsan 2020
  • Çand û Huner
AMED - Mamosteyên Ma Muzîkê di rojên îzalasoyona civakî de xwendevanên xwe bi tenê nehiştin. Li ser medyaya civakî waneyên xwe didomînin. 
 
Bi belavbûna vîrûsa koronoyê re hemû xebatên çand û hunerê hatin rawestandin. Ma Muzîk bi taybet ji bo xwendevanên xwe û welatiyên ku hemû demê xwe li malê derbaz dikin re li ser malpera xwe ya Youtub, Instagram û Twitterê waneyên muzîkê da dest pê kirin. Mamosteya kemanê Şîlan û mamosteya santurê Nêrgiz Çelebî dest bi waneyên xwe kirin. Her wiha wane ji hêla gelek kesan ve hat şopandin. 
 
Endamên Ma Muzîkê bi rêya telekonferansê jî plansaziya xwe amadekirin û her mamoste jî li gorî derfetên xwe waneyên xwe amade dike û dikişêne û bi reya dîjîtalê xwe dighînin xwendekarên xwe.