Şanoya Bajêr a Amedê lîstîka 'Daweta xwînê' li ser youtube parvekir

  • 16:00 2 Nîsan 2020
  • Çand û Huner
AMED - Şanoya Bajêr ya Amedê lîstoka xwe ya yekem a bi navê “Daweta xwînê” li ser malpera xwe ya youtubê parvekir.
 
Bi belavbûna vîrûsa koronoyê (COVİD-19) re cihên girse hatin girtin. Di serî de jî cihên şanoyê hatin girtin. Ji ber ve sedemê Şanoya Bajêr a Amedê nikarin derkevin ser dikê. Lê bi rêbazeke cuda xwe dighînin şanohezan. Dê lîstîka xwe ya bi navê "Daweta xwînê" dê li ser hesabê xwe yê youtubê pêkeş bikin. 
 
Lîstoka ku ji aliyê Federîco Garcîa Lorca ve hatiye nivîsin  û Ferhad Feqî derhêneriya wê kiriye hîna di seetên yekem de ji aliyê sedan kesan ve hat temaşekirin.