Li Mexmûrê şanoger hatin bibîranîn

  • 13:25 27 Adar 2020
  • Çand û Huner
MEXMÛR - Bi minasebeta 27'ê Adarê Roja Şanoyê li Wargeha Mexmûrê daxuyanî hat dayîn û xebatkarên çand û hunerê çûn serdana goristana şanoger Hêvî û Yekta yê. 
 
27’ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê ye û bi minasebeta rojê li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), endamên Kevana Zêrîn û Çand Huner ya wargeha Mexmûrê çûn serdana goristana şanoger Hêvî û Yekta, li vir daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê endama Kevana Zêrîn Jiyan Yîgîd ve hate xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Şanoger Yekta Herekol xeta hunera şoreşger a kurd e. Heval Yekta bi navê din Erdogan Qehreman di 27'ê adara sala 2004'an de li Helebê Saha Ebdula El-Cebirî çalakiyeke fedaî pêk anî û gihaşt şahadetê. Wekî tê zanîn di 27’ê Adarê roja şanogerî ya cîhanê ye. Ji be vê yekê 27'ê Adarê ji bo tevahî hûnermendên Kurd xwedî wateyek cudaye. Yê ku vê wateyê mezin kir jî rêheval Yekta ye.
 
Rêheval Yekta di sala 1968'an de li Dersîmê tê dinê û metropolan mezin dibe li bajarê Enqerê jî dibistanê dixwîne. Di lîstîkên xwe de Pîr Sultan Abdal û Kawayê Hêsînkar dileyize. Rêwitiyên di nava lîstokan de wî ber bi çiyayên Kurdistanê ve dibe. Ew hem şoreşger bû, hem jî hunermendek bû. Tevahî qadên çiya veguherandibû dîka şanoyê. Di çiyayên Kurdistanê de dibistana Şehîd Sefkan hat avakirin ew jî cihê xwe di nava vê dibistanê de girt. Di heman wextê de daxwaza wê ew bû ku li tevahî Kurdistanê qadên hunerî bê avakirin. Ji bo komploya navdewletî û tesfîyekarên hûndirîn têk biçe xwe kir pêda agir û xwe li dora Rêber APO pêça û bangewaziya berxwedanê kir.
 
Kesek nedikari qîrîna azadiyê bide sekinandin
 
Heval Yekta beriya ku çalakiya xwe li dar bixe diçe pereyên hûr yên di bêrika wê de dide şekrokan û li ser zarokên kurd, ereb, ermen û suryanan belav dike, yek bi yek wan hembêz dike û bi vê awayî jî berê xwe dide qada Sadula El-Cerbirî. Ji ber ku ew qad cihê çûyîn û hatina tevahî netewan bû. Di heman demê de li wir gelek şano hatibûn lîstin. 
 
Rêheval Yekta li wir bi awayekê gelek hunerî û estetîk reqsa ji agir dike. Her kes li hember îrade û baweriya wê bi heybet temaş dikin û matmayî dimînin. Kesek nikare qîrîna azadiyê di giyan û bedana wê de bi vemirîne. Nameyek ji me re û ji dîrokê re hişt. Ji hêla hunermend û şanogerên Kurd ve têgihiştina rêheval Yekta kedek mezin dixwaze. Ger ku em dixwazin bibin pêşengên çanda rast a mirovahiyê pêwîste em baş peyamê rêheval Yekta fêm bikin. Hedef û xemlên wê bi cîh bînin. 
 
Ji bo me peyama Rêheval Yekta girîng e 
 
Ji bo wê fedekarî û xebatên mezin li benda me ye. Ji her deman bêtir pêwîste em bi evînekê mezin kar û xebatên xwe bimeşînin. Rêheval Yekta bi çalakiya xwe bû meşaleyek ji rêya herî rast ji bo tevgera çandê û hunera Kurdistanê. Rêheval Yekta dibêje 'Ger ku hunermendiya gel bibe mijara gotinê seknekê mezin ya exlaqî û xîzmetekê bi disîplîn pêwîste. Çalakiya xwe ya ku ez ê li dar bixim hem ji bo lêborîna xwe ji gelê xwe xwastine, hem jî her kesê dawetê cidiyetê dikim. Pêvoja ku em tê de derbas dibin gelek dîrokî ye. 
 
Di vê pêvajoyê de hêzên desthilatdar û mêtînger tengasî û aloziyan dijîn. Ji ber ku nefesên xwe yên dawî distînin ji bo vê yekê êrîşên xwe li ser mirovahiyê zêdedikin. Di kesayetiya Rêber APO de tevahî civakê xistine hedefê de. Kûrkirina tecrît û êrîşên pêktînin van rastiyan derdixin holê. 
 
Em ê her tim di nava berxwedanê de bin
 
Ji bo ku em xwedî li şehîdên xwe derbikevin her wiha xwedî li banga wan derbikevin pêwîste tevahî hûnermendên Kurd û kesên demokrat, xwedî wîjdan pêwîste di demekê ewqasî girîng de xwedî berpirsiyartiyên xwe yên exlaqî û wîjdanî derbikeve. Di hemû aliyan de pêşengiyê bike û dijî tecrîtê her tim çalak û di nava berxwedanê de bin. 
 
Em jî weke Navenda Çand û Hunerê ya Maxmûrê di zanabûyîna erkê xwe de ne di vê roja bi wate de rêheval Yekta bibîrtînin, girêdanbûyîna xwe bi rêhevalên şehîd re û gelê xwe re dubare dikin. Li ser vê bingehê em roja şanogeriya cîhanê li hunermendê mezin li Rêber Apo pîroz dikin. Di kesayetiya rêheval Yekta Herekol de em vê rojê rêhevalên xwe yên ku di xeta hunera civaka azad de canê xwe dane Xelîl Dag, Hêvî Şanoger, Sarya Baran, Rêzan Zerdeşt, Daxistan Fedekar pîroz dikin.”