‘Roja Şanoyê ya Cîhanê pîroz be’

  • 10:09 27 Adar 2020
  • Çand û Huner
Medya Uren-Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Lîstikvana şanoyê Rûgeş Kiliç  27’ê Adarê roja şanoya cîhanê li hemû kurdan û cîhanê pîroz kir. Rugeşê di axaftina xwe de got şano hafizeya civakê ye divê zindîbûna wê were parastin. 
 
Yekitiya Şanoya Navneteweyî di sala 1961’ê de di 9’emîn Konferansa Enstutuya Şanoya Navneteweyî  (İTİ) de hat pejirandin. Fikra roja Şanoyê ya Cîhanê li wê derê hat vegotin. Piştî wê  di sala 1962’an de  27’ê Adarê li Parîsê Şanoya Navneteweyî vebû. Ji wê rojê şunde ev roj weke Roja Şanoyê ya Cîhanê  her sal tê pîrozkirin. Bi wesîleya pîrozkirinê her sal metnek ji aliyê lîstokvanekî/ê şanoyê ve tê amade kirin. Ev metin li her zimanî tê vergerkirin û di wê rojê de tê xwendin. Ji Stembolê endama koma Teatra Jiyana nu Rugeş Kirici û ji Wanê endama Koma Şanoyê aTeatra Mencel Perînas  Delazy bi wesîleya pîrozkrina Roja Şanoyê ya Cîhanê ji ajansa me re axivîn.
 
‘Cejna şanoyê li Şanogerên kurd pîroz be’
 
Rugeş, ev roj cejana şanogeran e, lewra ji bo pîrozher sal kesek navdar metnek dinivîse, em ji weke şanogerên kurd em bi kurdî metna xwe dinivîsin û parve dikin. Lewra ev roj ji bo teşfîqkirin û dana jiyanandina şanoyê ye. bi wê wesîleyê di wê rojê de ji em weke dildar lîstikên şanoyê pêkêşî gel dikin. Rugeş di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya şanoyê û wiha got: “Şano hafizeya civakê ye, zindî ye û şahidê jiyana civakê ye. Ji şahî heya şînê, ji hêviyê heta hezkirinê re şahide. Ango van buyeran dide zindîkirin û bê mirin dike. Şano hunera ku bi pêşkêşvan re yekbûnê jiyan dike ye. Ev hertim xwedî vê taybetmediyê ye. îro em ji bo vê bidin berdewamkirin em bedelên giran didin. Tê zanîn ku çawa huner qadak zor e. Lê ger tu bi kurdî bixebitî û şanoya kurdî pêşkêş bikî ev bedelên girantir bi xwe re tîne. Ji bo bi kurdî em bi xebitin jî em di nava berxwedanê de ne. Divê ciwanên kurd di ferqa vê de bin û di destpêka hertiştî de xwedî li zimanê xwe derbikevin, ango pêwîste şanoya ji zimanê wan re xizmetê dike bişopînin. Lewra huner riya herî serkeftî ya jiyandina ziman e. Rugeş got bi hêviya pêşkêşkirina şanoyek azad ez roja şanoyê di destpêkê de li şanogerên kurd û hemû şanogeran pîroz dikim.”
 
‘Zimanê civakê hunere’
 
Şanoger Perînas jî got şano zimanê vegotina êş, kêfxweşî, hezkirn û tirsa civak dijî ye. perînas got ji dîroka kevnar heta niha şano bu jînker û zimanê civakan. Perînas wiha berdewam kir: “Bi guherîna şaristaniyan re hertim şano ji rola xwe girt û bû şahidê wan buyerên diqewimin. Ev tê wateya ku di hindirê xwe de hafizeyekê hildigire. Hertim mirovan tiştên jiyane bi şêweyekî vegotine ku yek ji van jî rêbaza vegotinê ya herî bi bandor şano ye.”
 
Perînazê bal kişand ser girîngiya Roja Şanoyê ya Cîhanê jî û got ji bo bi riya şanoyê em rihê hevgirtin û aşitiyê bidin jiyîn ev roj tê pîrozkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Ev roj girîngiya şanoyê tîne bîra me û divê em vê girîngiyê ragihînin nifşên nû. Ji sala 1962’an heta roja îro cara yekeme ji ber sedma nexweşiya vîurusê wê şanoger rojê pîroz nekin. Me di vê rojê de bi dildarî lîstikên şanoyê ji gel re peşkeş dikirin. Bi hêviya di rojên azad de em lîstikan azad pêşkêş bikin. Ez roja şanoyê li kesên bi zimanê zikmakî şanogeriyê dikin pîroz dikim.”