Berrîn Şemdîn: Ziman hebûna qerekter û dengê çandê ye

  • 09:05 27 Adar 2020
  • Çand û Huner

NAVENDA NÛÇEYAN - Berrîn Şemdîn diyar kir ku di şanogeriyê de ziman hebûna qerektere, ji bo mirovan ji dengê çandê ye û ev tiş got: “ Hestên ku ji kokê ve tên bi ziman xwe teşhîr dikin. Ger ku ziman tüne be mirov ji hemû aliyan ve seqet e.”

Roja Şanoyê ya Cîhanê, ji aliyê Yekîtiya Şanoyên Netewî (ITI) ve ji sala 1961’ê ve her sal di 27’ê Adarê de tê pîrozkirin. Di vê rojê de xebatkarekî şanoyê belavokeke navnetewî dinivîsîne û ev belavok ji bo gelek zimanan tê wergerandin. Cara pêşiyê belavok ji hêla Jean Cocteau, nivîskarê fransî ve hatiye nivîsandin. Her sal di vê rojê de belavokek ji alyê derhêner an şanogerekî/ê ve tê nivîsandin û wisa didome. Bi minasebeta Roja Şanoyê ya Cîhanê şanoger Berrîn Şemdîn qala xebat û jiyana xwe kir.

Berîn Şemdîn kî ye

Berrîn Şemdîn; li Zanîngeha Bilkent û Enqerê li Fakulteya DTCFê beşa şanogerî û listikvaniyê xwendiye. Li Amedê di Şanoya Bajêr a Amedê de şanogerî kir. Şevînê di heman deme de li Konservatuara Aram Tîgran û Akademiya  Cegerxwîn mamostetîya lîstikvaniyê kiriye û ji bo Zarok Tv jî xebatên dublajê kirine. Her wiha di sala 2013'an de di  kovara Rewşenê ku ji alîyê Navenda Çanda Dijle û Firatê ve derdiket li ser teorîya şanoyê ji nivîsên wê hatine weşandin. Berînê Niha jî li ser medyaya civakî komek ava kiriye û dest bi weşandina Kovara Sinemayê ya dijital kiriye û nivîsan dinivîse.  Berînê di heman deme de li Londonê xebatên xwe yên şanoyê dide meşandin.

'Li her qadên jiyanê nûveyên şanoyê hene'

Berrîn Şemdîn di destpêka axaftina xwe de wateya şanoyê wiha tîne ziman: " Li gorî min di dawetekê de jî nûveyên şanoyê hene. Bûk û zava û mêvan, beri ku xuya bikin xebatek dîyar heye, kostûm û sehne jî heye. Zarokeka ku dema dê û bavê xwe dibîne dest bi lîstikê dike, di wirde ji nûveyên şanoyê hene. Lê fêlbaziyên îqtidaran nabin şano ji ber ku Şano hûner e. Ger ku îqtîdaran ji hûnerê fêm bikira wê ewqas nebûna zordest.  Ya herî girîng şano naxapîne, îlûzyonek çêke jî bi mesafe ye  û listikvan, bi mesafe tohmetdar dikin.  Hûner li hember qirêjîya cîhanê, tiştên ku me ji bîr kirîyê aqil û hêst tînê dike bîra me, jiyanê bi hêstan xweştir dike."

'Kesên bindest bi her awayî pirsgirêka aborî dikşînin'

Berrîn berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser bandora aborî û diyar kir ku pirsgirêkên şanogeran yên aborî, ne ji yên karkerên kurd mezintir in û wiha pêde çû: " Helbet aborî pirsgirêke herî mezinê û helbet em di şano, sinema, mûsikê da jî para bindestîya xwe digrin. Li gor min pirsgirêkên şanogeran yên aborî, ne ji yên karkerên kurd mezintir in. An pirsgirêkên aborî yên wekî ku jinek tena serê xwe zarokan xwedî dike ne ji yê wê jinê mezintir in. Ger ku bindest bî,  bi her awayî tu dikşînî. Bindestî ji xwe pirsgirêkek herî mezin e û bi her awayê ne tenê di warê aborî de, ji alîyê malî bigre hetta rihê me hemû kurdan diperçiqîne."

'Di şanoyê de ziman hebûna qerekterê ye'

Berrîn berdewamiya axaftina xwe de li ser girîngiya ziman û şanoyê sekinî û wiha dirêjî da axaftina xwe: " Heta mirov dengê dilê xwe bi zimanê xwe dernexe û bi deng nexe, nizanê ku çiqas ji xwe dûr e û ziman çiqas girîng e. Di vî warî de ez dikarim du minakan ji jıyana xwe bidim. Yekemîn dema di zaningehê da, pola 2'an de bûm. Ji bo ezmûna lîstikvaniyê  Yewnana Kevnar tirad/monologek ji me hat xwestin. Min jî qerektera Medea list û di dawiyê  de li malê  êdî min Medea rakir ser lingan. Dikim nakim tiştêk kêm e. Ji rihê min, laşê min tiştêk din divê.  Zîmanê min bi kar dianî (tirkî) nagîhîjê… Min jî rabû, tîradên  jiber kiribûn  ji xwe re bi kurdî leyist. Min ew dem ferq kir, tiştên ku min bi kurdî got û ya tirkî got pir cuda bû. Wê ji jî min bir alîyê koka min û sembol(ziman). Ya duyemîn jî, ez hatim Londonê, havîna ku çû min lîstika Shakespeare Corolanîus lîst.  Herwiha bi kîjan zîmanê biyanî bilzî  tu çanda wan jî nas dikî.  Wê demê ferq dikî ku ziman hebûna qerekter e û ji bo her mirovê dengê çandê ye."

'Guhertina cih ji bo hünere ne asteng e'

Berrînê bi bîr xist ku bi hatina qayûman re saziyên çandê  Knservatûara Aram Tigran û Akademiya Cigerxwîn hatibûn girtin. Her wiha şanogeran jî bi derfetên xwe Şanoya Bajêr a Amedê ava kiribûn. Berrîn destnîşan kir ku guhertina cih ji bo kare hunerên ne asteng e û wiha axivî: " Ez biçim li ku çîroka min di dawa fistana min da ye û bi min ra tê. Cih biguhere jî çîrok berdewam dike. Ev ji bo hemû hunermendan wiha ye. “

'..bi êş,dagirker û şer em hatibûn ligel hev'

Berînê bîranînên xwe yên di kampên êzidyan de jî anîn ziman û wıha got:" Di Jiyana min da rojên herî xerab û rojên herî xweş bûn. Ez heşt mehan bi kurdên êzidî re mam. Ew dem demek kurt be jî di pratîkê de min dest ji şanoyê berda.  Ji ber ku dik tûne bû lê di hêla teorîyê da Êzdî xezîneyek mezin bû. Ez di nava wê xezîneyê bûm. Ji alîyê tendûrîstîyê ve ji min ra gelek giran hat, lê ji alîyê rih û nasîna xwişk û birayên min ên heq, ez gelekî kêfxweşbûm. Ji wan gelek tişt fêr bûm û careke din ketim ferqa girîngiya neteweyî ya Gelê Kurd. "

'Virusê bandor li ser xebatên me jî kir'

Berînê da zanîn ku vîrûsa koronayê li hemû cihanê belav dibe, li gel vê kombûna gel jî asteng kir û bandor li ser xebatên wan jî kiriye.  Berînê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku wan gelek bernameyên amade kirine betal kirine.