Komên Şanoyan dest bi xebateke nû kirin

  • 09:01 25 Adar 2020
  • Çand û Huner
AMED - Şanoya Bajêr a Amedê li gel hin komên şanoyan ve dest bi xebateke nû kir. Şanoger Şîlan Alagoz anî ziman ku temaşevan bi nivîsên skêçan dikarin piştgiriyê bidin û ew bi xebateke wiha komîn dikarin bigihêjin hev.
 
‘Temaşevan bi nivîsên skêçan tevlî bernameyê dibin’
 
Li gel şewba Vîrûsa Koronayê ku li hemû cîhanê belav bû bû sedem ku gelek cihên kombûyinê bên girtin. Her wiha Şanoya Bajêr a Amedê jî para xwe jê sitend û lewra bernameya xwe ya adarê jî betal kir. Ji ber van sedeman Şanoya Bajêr a Amedê li gel Teatra Jiyana Nû, Tîyatro Mencelê û Şanoya Yekta Hêvî re amadekariya bernameyeke komediyê kirin. Her wiha temaşevanên xwe jî bi pênûsa wan tevlî vê xebatê dikin. Bi vî awayî temaşevan bi nivîsên skêçan tevlî vê bernameyê dibin û skêçên ku nivîsandine bi navnîşana ‘hinekhenek@gmail.com’ re dikarin bişînin.
 
‘Ji Skêçên ku hatin hilbijartin re dê budçeyek sembolîk were veqetandin’
 
Şanoger Şîlan Alagoz di destpêka axaftina xwe de qala  sedema vê xebatê kir û diyar kir ku di salên borî de jî xebatek wisa dest pê kir. Şîlanê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:  “Hem di medyaya civakî  hem jî di tv’yê de di vê beşê de valahiyeke pir mezin hebû. Her wiha temaşavanên me jî bernameyeke komediyê dixwestin. Di salên borî de 2-3 caran me ji bo vê bernameyê dest bi xebatê kiribû  û ji ber vê beşê jî amedekarî kirin.Lê mixabin ji bo sedemên ku ne di destên me de bûn me betal kir û niha vê carê jî me dest bi kampanyayeke mezintir kir. Di heman demê de em temaşavanên xwe jî tevlî vê projeyê dikin. Ew ê jî di nivîsên skêçan de piştgiriyê  bidin me û bi wî awayî em ê skêçên ku hatin hilbijartina bilîzin. Her wiha ji skêçên ku hatin hilbijartin re dê budçeyek sembolîk jî were veqetandin.”
 
‘Listîkvan hêza xwe ji temaşevanên xwe digirin’
 
Şîlanê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Vîrûsa Koronayê li ser Şanoya Bajêr bandoreke pir neyîni  kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Vîrûs mixabin li ser me hem ji alîye aboriyê hem jî ji aliyê motîvasyonê bandorek neyînî li ser me kir. Lîstikvan hêza xwe ji temaşavanên xwe  digirin. Her wiha bi nivîsên skêçan dikarin piştgiriyê  bidin û em ê bi xebateke  wiha komîn, bi hev re kêfxweş bibin.”