Bajarê Antîk nayê kişfkirin

  • 09:07 22 Adar 2020
  • Çand û Huner
Medîne Mamedoglu
 
MÊRDÎN - Bajarê Antîk yê Dara ku bi mîmarî û dîroka xwe gelek navdare, di bin axê de li bendê kêfşkirinê ye. Ji ber butçeyek têr nayê veqetandin, bajar ji kolandinê re nayê vekirin û sira xwe ya hezaran salî jî hîna diparêze.
 
Bajarê Antîk yê Dara ku bi dîroka xwe û mîmariya xwe mirovan heyran dihêle, beyî ku restorasyonek û nûbûnek bê kirin, di kûrahiya dîrokê de tê hepskirin. Bajarê antîk ku bi xebatên kolandinê yên dawî re hat rojevê, piştî xebatê tiştek nehat kirin. Bajarê Antîk yê Dara di salên 500’î ji aliyê Romayan ve li dijî Sasaniyan ve hatiye çêkirin û piştre jî wek gor hatiye bikaranîn û bi salan berê hatiye kêfşkirin û di bin gund de maye. Bi hinceta ku butçeyek têr tune, xebat jî nayên kirin. 
 
Bajarên antîk li qadeke 12 kîlometreyî di bin axê de ye û dora wê bi têlan hatiye parastin. Nîvê Dara hîna nehatiye derxistin. Gundê ku bi zindan, şikeft û goristanan gelek dewlemende, wek qada sît a asta yekem xistine bin parastinê.
 
Bajarê antîk li taxa Oguz e û 20 kîlometre ji Mêrdîn û Nisêbînê dûr e. Dora wê bi têlan hatiye girtin. Beşek mezin a gund hatiye kolan û  piranî jî hîna di bin axê de ye.
 
‘Butçeya bi salan nehatiye veqetandin bila bê veqetandin’
 
Gundiyan diyar kirin ku di rewşa ku dîrok hemû derkeve holê wê Dara eleqeyek mezin bibîne û got: “Butçeyê nadin. Ji ber qada sît e tiştekî nakin. Çend sale ne restorayon ne jî kolandinek hatiye kirin. Wisa hiştine. Bi kîlometre qada ku nehatiye kolandin heye. Kî dizane di hundirê wan de çi heye. Gelek bi nirx in. Em naxwazin wisa bimîne.”
 
Ligel vê bi hatina biharê re turîst ji bo cihên ku hatiye derxistin, serdanên xwe pêk bînin. Ji aliyê turîstên herêmî û biyanî eleqeyek mezin tê nîşandan.