Şanoger Dîcle Guneşyavuz: Civaka kurd xwedî li çand û şanoya kurdî derdikevin

  • 09:04 14 Adar 2020
  • Çand û Huner
AMED - Şanoya Bajêr a Amedê ji bo eywanek mezin dest bi kampanyaya alikariyê kiribû. Şanoger Dîcle Guneşyavuz derbarê kampanyayê de diyar kir ku kampanya ji bo wan pêwist bû û wiha got: “ Civaka kurd xwedî li çand û şanoya kurdî derdikevin û vê kampanyayê jî ev yek eşkere kir.”
 
Di sala 2016’an de dema ku qeyûm tayînî ser Şaredariya Bajêrê Mezin a Amedê hat kirin li gel vê gelek şanogerên ku di bin banê Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de dixebitin jî ji kar hat derxistin. Hin şanoger jî bertek nişan dan û dest ji kar berdan. Ji ber vê yekê 15 şanoger di Sibata 2017’an de bi eywanek xwedî kapasîteya 82 kesan Şanoya Bajêr a Amedê ava kirin. Şanoya Bajêr a Amedê sehneya xwe bi bajêrên Wan, Êlih, Stenbol û Enqereyê jî parve kir û heta niha 3 mîhricanên şano û gelek çalakiyên hunerî li dar xistin. Temaşevanên Şanoya Bajêr ji ber her ku diçe zêde dibin pêdiviya bi eywanek mezin hat dîtin û eywanek xwedî kapasîteya 160 kesan ve li Bûlwara Mahabadê ya navçeya Peyasê cihekî nû hat kirêkirin û dest bi xebatên dizaynkirinê hat kirin. Li cihê nû yê ku xwedî kapasîteya 540 m² ye: salonek ji 160 kesî ji bo pêşandana şano û sînemayê pêk tê. Di heman salonê de dîwarê bi tevger were rakirin cihê 200 kesî tê çêkirin her wiha 70 m² ji bo sehneyê, 75 m² ji bo qada pêşengeh û 45 m² jî ji bo qada Workshopê ye.
 
Şanoya Bajêr a Amedê ji ber derfetên xwe yên kêm ji bo cihê nû dest bi kampanya piştevaniyê kiribû. Şanoger Dîcle Guneşyavuz qala pêvajoya kampanyayê a Şanoya Bajêr a Amedê ajansa me re kir.
 
‘Hêviya me li gorî dile me pêk hat’
 
Şanoger Dîcle Guneşyavuz di destpêka axaftina xwe de ji bo hemû piştgiriyên kampanyayê spasiyên xwe pêşkeş kir. Dîcleyê di berdewamiya axaftina xwe de qala piştgirîyên kampanyayê kir û got: “ Me kampanyaya xwe li ser înternetê bi navê fongogo dabû destpêkirin û 75.000 me hedef kiribû lêbelê em bi 96.050’an de bi ser ketin. Her wiha vê encamê me gelek kêfxweş kir. Yên ku me nas dikin an nas nakin hema kê bihîstibe piştgiriya me kirin. Hem temaşevanên me hem jî dost û hogirên me ji bo vê kampanyayê me bi tenê nehiştin. Her wiha di 8 rojên dawî de ji bo piştgiriyê seknek çêbû me got wê negihêje lêbelê ji nişka ve pêşketinek pir baş pêk hat. Niha jî em bi piştevaniyên xwe bi ser ketin û dîzaynkirina cihê me ya nû wê dawiya vê mehê biqede.”
 
'Em serî natewînin'
 
Dîcleyê di axaftina xwe de destnîşana sedema vê kampanyayê jî kir û wiha dom kir: “ Dema qeyûman cara ewil hat me bertek nîşan da û li gel vê em ji banê şanoya Şaredariyê ji kar derketin. Her wiha me di sala 2017’an de Şanoya Bajêr a Amedê ava kir. Bi demê re her ku diçe temaşevanên me jî zêde dibin û êdî cihên me têra me nekir. Ji ber vê yekê me dest bi projeya nû kir. Ji ber ku dema temaşevanên me tên û ji ber tûnebûna cî vedigerin. Bi sedema vê em hem xemgîn dibûn. Me li gel van hemû kêmaniyan got ‘em serî natewînin’ û hêla çandê de hewldanek bi hêz me da meşandin.” 
 
'Em ji kesên alîkar spas dikin'
 
Dîcleyê qala helwesta civakê ya hêla çandê jî kir û got: "Bertek û beşdarbûna civakê ya hêla çandê de gelek baş e. Ev me hem şanaz dike hem jî kêfxweş dike. Gel di tu listîk û projeyên me de me bi tenê nehiştin û di vê piştevaniya kampanayayê de jî, bêhtir xuya kir ku em û gel tim û tim nav hev de ne. Em ji kesên alîkar spas dikin."
 
‘Ji bo piştgirîyan xelat hene’
 
Ji bo piştevanîyên kampanyayê cûr bi cûr xelat henin. Wê spasiyek taybet ji wan were kirin. Salek an jî 5 sal wê ew kesên piştevan wek mêvanên taybet dikaribin beşdarî lîstikên şano, şahiyên wek konser, filîm, pêşengeh û performansê bibin.
 
‘Kampanyayên me yên din hîn berdewam e’
 
Dîcleyê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku kampanyaya fongogo bi dawî bû lê kampanayayên din hîn berdewam e û wiha bi dawî kir:"Kampanyaya paldank ango li ser paldankan ku nav tê nivîsandin wekî din kampanyaya bitevayî (kombine) bilet jî berdewam e. Li Stenbolê 50 koma şanogeran û der û dora wan kampanyaya bi navê “ ji bo Şanoya bajêr a Amedê dest bi dest” dan destpêkirin hîn jî berdewam e."