18'emîn Mîhrîcana Fîlm Morê dest pê dike

  • 12:28 12 Adar 2020
  • Çand û Huner
STENBOL - 18'emîn Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Gerok  Fîlmmor di 16'ê Adarê de li Stenbolê dest pê dike. Mîhrîcana ku wê li 7 bajaran bê pêkanîn wê heta 10 Gulanê berdewam bike.
 
Vê salê starta 18'emîn Mîhrîcana Fîlmmor a Gerok a Fîlmên Jinan wê di 16'ê Adarê de li Stenbolê bê dayîn. Nîşandana Fîlman ku wê li Navenda Çandê Fransizan heta 22'yê adarê bê kirin, wê piştî vê dîrokê li Navena Çandê ya Cent a li Kuçûkçekmeceya Stenbolê bê berdewamkirin. Di çarçoveya mîhrîcanê de wê li 6 gundên stenbolê û li Sînebus a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bê nîşandan. 
 
Mîhrîcana ku wê bi hevkariya Kooperatifa Jinan a Fîlmorê, Komeleya Piştevaniya bi Jinê re ya Antalyayê, Komeleya Piştevaniya Jinan a Bodrumê, Komeleya Jinan a Rosayê, Kolektîfa Jinan a Mêrsînê, Platforma Jinan a Edeneyê û Hevkariya bi Pişatforma Jinan a Yalovayê bê kirin wê piştî Stenbolê, di navbera 4-5'ê Nîsanê de li Bodruma Muglayê, di 11-12'ê Nîsanê de li Antalyayê, di 18-19'ê Nîsanê de li Mersînê, di 25-26'ê Nsanê de li Yalovayê, di 2-3'yê Gulanê de li Edeneyê û di 9-10'ê Gulanê de jî li Amedê wê fîlmên xwe bide pêşandan. 
  
Heta Mîhrîcan biqede wê hemû fîlm bê pere bên temaşekirin.