Li Herêma Federal a Kurdistanê ji sedî 10'ê nivîskaran jin in

  • 16:39 5 Adar 2020
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Federal a Kurdistanê salane bi hezaran pirtûk tên çap kirin, lê ji nivîskaran tenê ji sedê 10 jin in. Nivîskarên jin diyar kirin ku derfetê jinan ya çapkirin û belavkirinê pir kêm in. 
 
Li gorî daneyên Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Federal a Kurdistanê di sala 2019’an de li Herêma Kurdistanê destûra çapê ji bo 2 hezar û 831 pirtûkan hatiye dayîn. Ji vane tenê ji sedê 10 nivîskarên wan jin in. Ev dertêxe holê ku mêr ji jinan zêdetir pirtûkan çap dikin.
 
Li gorî naveroka pirtûkên ku jin dinivîsin, jin dikarin di hemû warên weke wêje, civaknasî, siyasî, aborî, dîrok, perwerde û mijarên cudatir de dinivîsin. Lê, di warê hejmar de gelek ji nivîskarên mêran kêmtir in.
 
Kinêr Ebdullah yek nivîskarên jine û xwedî 15 pirtûkane. Sedema kembûna nivîskarên jin nebûna jîngehek nedestdayî û berpirsyartiya zêde ya li ser milê jinan dibe. Kinêr Ebdullah destnîşan kir ku erkên zêde yên li ser milê jinê wiha dike ku dema wan kêm hebe ji bo girîngîdana xwendinê. Kinêr Ebdullah diyar kir ku yek ji sedema kêmbûna nivîskarên jin ew e ku di nava civaka kurd de hişmendiya mêrsalarî heye û  ev jî girîngiyê didin pênûsa mêran.
 
Kinêr Ebdullah wiha bersiva pirsa, ‘Gelo mêr dikarin weke nivîskarên jin balê bikişînin li ser êşên jinan?’ da: "Mêr dikarin li ser newekheviya di navbera zayendan de binivîsin. Lê, herî zêde jin dikarin newekheviya li hemberî jinan rave bikin û çareseriya guncavtir peyda bikin."
 
Nivîskar Gulzad Celal a xwedî 3 pirtûkên helbest û çîrokan, diyar kir ku ew jinên ku nivîsin bi cesaretin û êşên wan zêdene û axivî: "Ji ber ku weke ku ew qal dikin, rastî gelek zehmetî û pirsgirêkan dijîn. Ji ber jinbûnê. Piştgiriya wan nîne û ji bo çapkirina pirtûkên wan de alîkarî nayê kirin." Gulzad eşkere kir ku sûdên nivîsên jinan wê ji bo civakê gelek hebe û di warê pêşxistin û hişyarkirina civakê de rol hebe. Gulzad destnîşan kir ku pêwîstiya nivîskarên jin bi piştgiriyaa hikûmet, parlamento û Wezareta Rewşenbîrî heye û got ku herî kêm piştgiriya jinan tê kirin.
 
Niha sê pirtûkên Gulzar Celal amadene, lê ji ber ku  piştgiriya wê nayê kirin hîn çap û belav nekiriye. (Rojnews)