Rûken Aydemîr: Erbane qîrîna bêdengiya jinê ye

  • 09:05 5 Adar 2020
  • Çand û Huner
AMED - Mamosteya erbanê Rûken Aydemîr diyar kir ku divê jin zincîrên li dora xwe bişkine û got: "Lêxistina min ya erbanê yê bêhêvîtiya min ya jiyanê ji holê rakir. Erbane qîrîna bêdengiya jinê ye."
 
Ji demên raborî de heya îro civaka kurd hem bi alavên muzîkê xwe pênase kirin hem jî çand û dîroka xwe veguhastin. Di heman demê de çanda kurdan ligel hemû zext û zordariyan bi ser ketiye. Kurd hebûna xwe bi çanda dengbêjî, lorîk, govend û amûrên muzîkê xwe gihandin heta îro. Bêguman erbane jî ji van yekan e. Rûken Aydemîr li Saziya Çand û Hunerê ya Mordemê mamosteya erbanê ye. Rûken perwerdeya xwe ji Samî Hosseinê ku Şefê Koma rîtmê ya Ahûra girtiye. Rûken, derbarê têkiliya jin û muzîkê de ji ajansa me re axivî û got jin herî zêde xwe bi muzîkê îfade dikin. 
 
Rûken di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser perwerdeya xwe û got: "Ez bi saya Samî Hossein hatim heta wê rojê. Min gelek demên dijwar derbas kir û bêhêvîtî dora min dorpêç kiribû. Nasîna min a erbane jî di vê demê de dest pê kir. Min erbaneyê ji bo xwe wek hêvî dît û di jiyane min de cihekî bi wate girt. Ji bo min pêngaveke nû dest pê kir. Min bi rîtmên erbaneyê bêdengiya jiyana xwe şikand."
 
'Kurd xwedî li erbaneyê derketin'
 
Rûkenê bal kişand ser erbanê ya di nava civakê de û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di nava kurdan de erbane cih girtiye. Erbanê di dema serdema pêşîn de cih girtiye ev tişt kevnariya xwe nîşan dide. Erbane hem di hêla olî de û hem jî di hêla mîtolojiyê de wekî xelatiyeke pîroz e. Bi saya kesên ku qîmet dane erbanê hatiya heta roja me ya îro. Bêguman rastiyek jî heye ku herî zêde di nava kurdan de xwedî li derketina erbaneyê heye."
 
'Divê em zincîrên li dora xwe bişkenin'
 
Rûken di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hewldana jinan û 8'ê Adarê û wiha axivî: "Di jiyana hemû kesan de seknek û xalek heye. Dema ku jin vê xalê şikand wê demê ji nû ve dijî. Ez êdî di wê baweriyê de me ku tiştên ku hatine serê min êdî bişkenim. Em jin di serî de zincîrên ku di dilê xwe de û piştre jî zincîra ku li dora xwe bişkenin. Ji bo xwe û ji bo jinên derdora xwe têbikoşîn. Lewra ji bo vê tekoşînê çi ji destê jinê were pêwist e ku bi hev re bikin. Em heta bighijin armanca xwe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Jin dê di 8'ê Adarê de li qadan li dijî bindestiyê bi qîrin."